‘Dewleta Tirk, Qeter û Îxwan Muslimîn plan dikin ku çeteyan bişînin Yemenê’

Dezgehên çapemeniyê yên erebî eşkere kir ku Qeter plan dike ku çete, perwerdekar û pisporan li hemberî pereyên zêde ji bo pêkanîna xwestekên dewleta Tirk, bişîne Yemenê.

‘Dewleta Tirk, Qeter û Îxwan Muslimîn plan dikin ku çeteyan bişînin Yemenê’
29 kanûn, 2020   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa El-Eyn ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên leşkerî, Qeter hewl dide çete, perwerdekar û pisoran li hemberî miqdarên mezin ên pereyan ji bo pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk, bişîne Yemenê.

Ajansê ragihand ku Qeterê bi piştgiriya Îxwanan û dewleta Tirk, bajarê Teîz veguherandiye navendeke perwerdeyên leşkerî ji bo ciwan û leşkeran ku piştî perwerdeyê çeteyan tev li artêşê û hêzên ewlekariyê dike.

El-Eyn eşkere kir ku komployeke sêalî ya Qeter, Îxwan û dewleta Tirk heye ku Dewha wê bi rê ve dibe û hewl dide hêzên alîgir li Yemenê û bi taybetî li bajarokê El-Heceriyê yê girêdayî Teîzê, ava bike.

Li gorî çavkaniyan, plana sêalî tekeziyê bi koordîneya di navbera fermandariyên Îxwanê, yemenî û sûrî yên li Tirikiyê û fermandariyên din ên ji tevgera Hemasê dike da ku wan çekdar û perwerdekaran di nîvgirava Somaliyê re bi qaçaxî derbasî Teîzê bikin. Her wiha yên ku Dewha nikaribe wan derbas bike jî dê bi navê “xwendekar” an “akademîsyen” bi hêsankirina koma Îxwanan a li Yemenê, derbas bibin.

(cx)