​​​​​​​DGB Ewropa: Divê hevserokên HDP’ê û girtiyên siyasî hemû bên berdan

Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê daxuyand ku divê hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku di zindanên dewleta Tirk de girtî ne û girtiyên siyasî hemû bên berdan.

​​​​​​​DGB Ewropa: Divê hevserokên HDP’ê û girtiyên siyasî hemû bên berdan
29 kanûn, 2020   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN 

Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (DGB) bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da ku li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî Demîrtaş hîn jî girtî ye.

Di daxuyaniyê de hate ragihand ku hikumeta AKP'ê ku li gorî hiqûqa Ewropayê û peymanên bi welatên Ewropayê re kiriye tevnagere, îlan kir ku ew biryara Dadgeha mafên Mirovan a Ewropayê nas nake, ku ev yek nîşaneya berbiçav a mayindekirina faşîzmê ye, nenaskirina hiqûq û qanûnan e.

Bi dewamî hate gotin: "Zîhniyeta red û qirker a AKP'ê, zîhniyeta DAIŞ'ê ye ku li Rojhilata Navîn komkujî kir. Bi vê zîhniyeta tekperest hewl dide muxalefetê û cihêrengiyan hemûyan tune bike. Parlamenter û siyasetmedar divê ne girtiyên siyasî bin, lê belê li parlamentê parêzvanên hilbijêrên xwe bin. Pêwîst e Konseya Ewropayê vê hiqûqa şer/dîlgirtinê ya ku ji aliyê hiqûqî ve tu bingeha xwe nîn e, bibîne û li dijî vê helwestê nîşan bide. Eger gotina demokrasiyê tenê weke demogojiyê nayê bikaranîn, divê li ber vê bêhiqûqiyê rabin ku biryarên Peyman û Dadgeha Mafên Mirovan ên Ewropayê ji nedîtî ve tê û pêwîste pêkanînên bi bandor bikevin dewrê."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Di serî de ji bo Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag em li Ewropayê dengê girtiyan hemûyan ên alîgirê azadî, wekhevî û edaletê. Li her devera ku em lê ne, em ê li ber vê bêhiqûqiyê rabin, li dijî faşîzm, nijadperestî û kiryarên antî demokratîk em ê bi hev re têbikoşin û bi ser bikevin."