Jinên siyasetmedar banga parastina jinan ji sûcên dagirkeriya Tirk kirin

Jinên Siyasetmedar destnîşan kirin ku wan gelek caran daxwazên rêxistinên jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihandine rêxistinên cîhanî û banga avakirina komîteyekê ji bo belgekirina sûcan kirine.

Jinên siyasetmedar banga parastina jinan ji sûcên dagirkeriya Tirk kirin
29 kanûn, 2020   09:56
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN

Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine, sûcên herî hovane  li dijî jinan pêk tînin ku tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dikin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê, ji 20`ê Çileya 2018`an û hate Hezîrana 2020`an li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, zêdetirî hezar jin hatine revandin, piraniya wan ên teman biçûk bûn, çarenûsa zêdetirî 400 jinan ne diyar e, 63 jin hatine qetilkirin, 4 jinan xwe kuştine, li dijî 65 jinan êrişa cinisî hate kirin, zêdetirî 215 jinên birîndar bûne.

Rêxistina Mafên Mirovan a li herêma Cizîrê jî da zanîn ku di êrişên dagirkirinê yên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê de 23 jinan jiyana xwe ji dest da, 2 hatine tecawizkirin, 60 jin jî di encama topbaranê de birîndar bûne, 12 jin hatine revandin û hîn jî çarenûsa wan ne diyar e û 5 jin destdirêjî li wan hatiye kirin. Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî da zanîn ku zêdetirî 30 jin destdirêjî li wan hatiye kirin.

Têkildarî mijarê siyasetmedar û endama Koodînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Emoka axivî û wiha got:" Ev sûc ne tiştekî nû ye, lê kevn in. Di pêvajoyên dîrokê de di bin navê ol, adet, kevneşopî, rejîm û hikumetên desthilatdar mîna Osmaniyên bav û kalên tirkan de gelek binpêkirin li dijî jinan hatin pêkanîn. Di dema dawî de asta van binpkirinên ji aliyê komên terorîst ên girêdayî dagirkeriya Tirk ve bilindtir bû."

ꞌTIRKIYE QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ BIN PÊ DIKEꞌ

Sîham Emoka dest nîşan kir ku di pêvajoya aloziya Sûriyê de û li herêmên Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine gelek sûc li dijî jinan têne kirin, ji revandin, destdirêjî, zewicandina bi darê zorê û dûrxistina wan ji qada siyasî. Sîham Emola got ku ev sûc hemû qanûn û pîvanên navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî bin pê dikin.

Sîham Emoka axaftina xwe wiha domand: " Dewleta Tirk piştî ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ew herêm dagir kirin, ne dar, ne kevir, ne şûnwar û ne jî gortistan li ser hev hîştin, hemû wêran kirin. Dewleta Tirk şûnwar hilweşand û demografiya herêmê guhert. Di heman demê de rasterast jin kir armanc, ji ber ku jin di projeya Rêveberiya Xweser de xwediya biryarê ye û tev li qada siyasî û xebatên saziyan dibe, ji sedî 75 cihê xwe di pergala hevserokatiyê de girt, ji lew ra dewleta Tirk bi hemû awayan hewl didin jinan qetil bikin. Qetilkirina Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef mînaka herî ber bi çav a vê yekê. Dewleta Tirk xwest bi vê yekê vîna jinan bişkîne û wan dûrî qada siyasî bike, da ku tecrûbeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî dewletên din nebe."

ꞌGELEK BANG TÊN KIRIN, LÊ BICIH NAYÊNꞌ

Sîham Emoka da zanîn ku her çi qasî rêxistinên jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li rêxistinên cîhanî yên mafên mirovan kirin da ku dawî li êrişên dewleta Tirk bînin, lê dewleta Tirk sûcên xwe didomîne.

Sîham banga li jinên Sûriyê kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan hevgirtî bin, sûcên dewleta Tirk belge bikin û radestî aliyên peywendîdar bikin. Her wiha banga şandina komîteyeke kir da ku rastiyan belge bike û got: " Divê herêm di bin çavdêriya navneteweyî de be heya dagirkerî bi dawî bibe.

Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Erîfa Bekir jî axivî û got: "Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin, jinan ji bo bigihêjin vê qonaxê gelek berdêl dan û bi hezaran şehîdên jin hene. Bi armanca ku tecrûbeya jinan a ku li Sûriyê û Rojhilata Navîn bûye nimune têk bibin, bi hemû rêbazan êrişê wan hate kirin. Li ser vê yekê jinên pêşeng mîna Hevrîn Xelef, yadê Eqîde, Zehra Berkel û têkoşerên din ên azadiyê kirin armanc."

Erîfa Bekir di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî û wiha pê de çû:"Armanca ji van sûcan şikandina vîna jin û gelan e, di heman demê de şikandina moralên gel da ku teslîm bibe û jinan vegerin wekî beriya 5 hezar salan."

Erîfa Bekir bi domdarî got:  "Ez jî ji Efrînê me û peywendiyên min bi xizmên min ên li wir re hene. Xizmên min piştrast kirin ku rojane li dijî jinan tundî tê meşandin, jin tên revandin û girtin û tecawizkirin, di heman demê de zorê li şêniyan ku keçên xwe yên biçûk bidin zewicandin û dema red dikin bi zorê wan dibin."

Erîfa Bekir destnîşan kir ku dewleta Tirk li pêşberî çavên cîhanê sûcên pêk tîne û  ev yek li gotina xwe zêde kir:"Sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan ji bo mirovahiya şermek e, kesên xwedî wijdan vê yekê ranakin. Dewleta Tirk zarokan qetil dike û mafên jinan bin pê dike, wê demê kanîn rêxisitnên mafên mirovan, çima em dengên wan nabihîzin? Bi hezaran jin û zarokê ji bajarên xwe koçber bûn û niha jî li kampan zor û zehmetiyan dikişînin."

ꞌLI DIJÎ TUNDIYL, DIVÊ TEVAHÎ JIN BIBIN YEK'

Erîfa Bekir da zanîn ku wan bang li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê kirin da ku destwerdanê bikin, dawî li dagirkeriyê bînin, jinan ji artêşa Tirk û çeteyên wê biparêzin, lê bangên wan nayên guhdarkirin û got: "Ji sûcên  dewleta Tirk ên li dijî jinan re êdî bes e, heta kengî em ê berdîlên kina Tirkiyê ya li hemberî kurdan bidin."

Erîfa Bekir  di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan û hemberî hemû cûreyên tundiyê serî hildan û serhilana xwe bi  "Berxwedan Jiyan e " bi nav bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wbUUiwS5snU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>