Rojnameyên erebî: Beriya civîna bi Tirkiyê re plana Rûsyayê li rojhilatê Feratê û li Lîbyayê çareserî nêzîk e

Rojnameyên erebî yên îro der barê liv û tevgera Rûsyayê ya li Sûriyê, hevdîtinên Rûsyayê û Tirkiyê, her wiha rewşa Lîbyayê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Beriya civîna bi Tirkiyê re plana Rûsyayê li rojhilatê Feratê û li Lîbyayê çareserî nêzîk e
29 kanûn, 2020   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BERIYA CIVÎNEKE STRATEJÎK BI TIRKIYÊ RE PLANÊN RÛSYAYÊ LI ROJHILATÊ FIRATÊ’

Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Moskovê ragihand ku ew ê hejmareke din a polîsên leşkerî yên Rûsyayê bişînin Eyn Îsayê, ew bajarokê stratejîk ê li gundewarên Reqayê li bakurê rojhilatê Sûriyê, piştî ku herêm ji aliyê komên girêdayî Sûriyê ve hate bombebarankirin.

Di vê navberê de dê îro (sêşem) li Rûsyayê di navbera wezîrî karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu de hevdîtin pêk tê. Tê payîn ku dosyaya Sûriyê yek ji mijarên hevdîtina her du wezîran be.”

‘FIŞARÊN DEWLETÊN ROJAVA TIRKIYE Û RÛSYAYÊ NÊZÎ HEV DIKIN’

Rojnameya El-Ereb nivîsî: "Serdana wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bo paytexta Rûsyayê Moskovê, nîşan dide ku nêzîkbûna di navbera Rûsya û Tirkiyê de ji berê bi hêztir bûye, tevî nakokiyên di navbera wan de, bi taybet ji ber dosyayên Rojhilata Navîn wekî Sûriye û Lîbyayê, her wiha tevî hemû fişarên dewletên rojavayî.

Çavdêr dibêjin ku "êdî Rûsya ji berê bêhtir vekirî ye der barê firehbûna desthilata Tirkiyê li Sûriye û Lîbyayê de, bi taybet piştî cezayên Amerîkayê yên dawiyê ku ev ceza dê Tirkiyê ber bi Moskovê ve bibin.

Çavdêran da zanîn ku fişarên dewletên rojavayî, bi taybet cezayên li dijî Tirkiye û Rûsyayê di demên dawî de, nakokiyên di navbera her du welatan de kêm kirin. Her wiha da zanîn ku Ewropa û Amerîkayê alîkarî kir ku Moskov û Enqere nêzî hev bibin.”

‘LÎBYA BÊYÎ ÎXWANAN NÊZÎ ÇARESERIYÊ DIBE’

Der barê rewşa Lîbya de rojnameya E-Beyan nivîsî: "Hin nîşanên çareseriyê li Lîbyayê diyar dibin, çavkaniyên agahdar diyar kir ku di pêvajoya bê de hin nîşanên çareseriya siyasî diyar dibin, ew jî dê bandorê li hemû aliyên aloziyê bike.

Çavkaniyan piştrast kir ku dê dema serokatiya Fayiz El-Serac bê dirêjkirin, ew bi lihevhatina navdewletî û herêmî, lê pêwîst e El-Serac ji derkdariya xwe ya din berde, ew serokatiya meclisa wezîran a hikumeta Wîfaqê ku kesek ji rojhilatê Lîbyayê wî erdkariyê bike, kesekî ku artêş wî bipejirîne.

Çavkaniyan got El-Serac bi xwe pêşniyar kiriye ku serokê hikumetê ji rojhilatê welêt bê hilbijartin. Tê payîn ku vê erkdariyê bidin serşaredarê berê yê Bengaziyê Ebdilrehman El-Ebar ku nêzî artêşê ye.”