' Em ê rê nedin dewleta Tirk ku xaka me dagir bike'

Beşdarên meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan  êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê û gundewarên wê şermezar kirin û soza parastina herêmê û bilindkirina asta têkoşînê dan.

' Em ê rê nedin dewleta Tirk ku xaka me dagir bike'
29 kanûn, 2020   08:29
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ-RÊNAS REMO

Dewleta Tirk a dagirker ji dema Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiriye ve, êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û ji Mijdarê ve êrişên li dijî Eyn Îsayê û gundewarên wê hîn zêdetir kirine.

Bi armanca şermezarkirina van êrişan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan 24`ê mehê bi dirûşma"Em ê teqez bi ser bikevin" ji navçeya Til Temirê dest bi meşekê kir û ber bi navçeya Çilaxa ve çûn. Tê payîn ku meş sibe ji Girkê Legê heta bi navçeya Dêrikê berdewam bike.

ꞌÊRIŞ SIVÎLAN Û DESTKEFTIYÊN ŞOREŞA ROJAVA DIKIN ARMANCꞌ

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê Mihemed Mihemed diyar kir kuarmanca wan ji vê meşê şermezarkirina êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî navçeya Eyn Îsayê ye û got, dewleta Tirk a dagirker sivîl û destkeftiyên şoreşa Rojava dike armanc."

Mihemed pişrast kir ku di parastina xakê de ew xwe dispêrin hêzên xwe yên leşkerî QSD`ê û bang li gel kir ku baweriya xwe bi hêzên xwe yên leşkerî yên ku parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, bîninin, di heman demê de ji fîtneyên şerê taybet ên ku Tirkiyê plan dike û dixwaze bi vê yekê moralên gel û ciwanan bişkîne bi dûr bikevin.

Mihemed anî ziman ku ji destpêka şoreşê ve yên herî zêde li ber xwe daye ciwan in û wiha pê de çû: "Divê ciwan li ser rêya berxwedanê bin û piştgiriyê bidin QSD’ê.

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê Mihemed Mihemed di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê çalakiyên wan di çarçoveya pêngava "Em ê teqez bi ser bikevin" de bidomin.

Li aliyekî din endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê navçeya Amûdê Îbrahîm Esad êrişên artêşa Tirk ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê êrişî Eyn Îsayê dike, di heman demê de hewl dide tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

Esad da zanîn ku ew ê rê nedin dewleta Tirk ku xaka wan dagir bike û bang li tevahî ciwanên Kurdistanê kir ku li hemberî dagirkeriyê serî hildin û piştgiriyê bidin berxwedana Eyn Îsa.

ꞌARMANCA ME PIŞTGIRIYA BERXWEDANA EYN ÎSA YEꞌ

Sîdra Bedir a ji navçeya Tirbespiyê ye ku tev li meşê bûye da zanîn ku armanca wan ji vê meşê piştgiriya berxwedana Eyn Îsa û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker e.

Delal Elî jî ji bajarê Qamişlo ye û beşdarî meşê bûye got ew wekî endamên Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li vê meşê bûne û dê piştgiriyê bidin şêniyên Eyn Îsayê.

(eh)

ANHA