​​​​​​​Rewşenbîrên Ereb: Rûsya garantoreke sexte ye

Rewşenbîrên li Reqayê êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li Sûriyê bi giştî û navçeya Eyn Îsayê bi taybet şermezar kirin û destnîşan kir ku Rûsyaya garantor berpirsa êrişên li dijî Eyn Îsayê ye.

​​​​​​​Rewşenbîrên Ereb: Rûsya garantoreke sexte ye
29 kanûn, 2020   02:18
REQA-XALID CUMA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nav bêdengiya civaka navneteweyî û Rûsyaya garantor de, êrişên xwe yên bi armanca dagirkirina navçeya Eyn Îsayê û koçberkirina şêniyên wê didomînin. 

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Abdurehman Ehmed got ev êrişên dijminahî û leşkerî di radeya yekemîn de bandor li sivîlan dike.

`RÛSYA ŞIRÎK E, NE GARANTOR E`

Ehmed wiha domand: “Rûsya ne hêza garantorê agirbestê ye. Lê belê di êrişên li dijî Eyn Îsayê de şirîk e. Ji ber, heke garantor bûya, wê yekser destwerdan bikira û êriş rawestandibana.” 

Ehmed destnîşan kir ku ji ber Sûriyê dergûşa şaristaniya mirovahiyê ye ji lew re êriş li dijî wê pêk tên. Dewleta Tirk bi armanca dagirkirina herêmên din ji Sûriyê êrişî Eyn Îsayê dike.

Her wiha Ehmed banga rawestandina mudexeleyên derve li Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet kir û wiha pê de çû: “Hêzên derve çi Rûsya yan jî DYA an jî dewleta Tirk an jî Îranê tenê ji bo berjewendiyên xwe destwerdana Sûriyê dikin.”

Ehmed da zanîn ku di qanûnên navneteweyî de tu bend tune ne ku rê bidin dewleta Tirk ji bo ku axa Sûriyê dagir bike, dewleta Tirk tenê bi armanca pêkanîna planên xwe yên mêtîngeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çewisandina çanda gelê wê, êrişî herêmê dike.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Abdurehman Ehmed di dawiyê de bang li gelê Sûriyê kir ku şerê hev du nekin, li hemberî dewleta Tirk a dagirker bisekinin û Sûriyê ji çirava aloziyê rizgar bikin.

Ji aliyê xwe ve endamê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Abdulrehman Îsa behsa sûcên dagirkeriya Osmanî yên ku bi bihanaya tunekirina terorê pêk tîne, kir û got: “Ew û çeteyên pê re terorîst in. Rûsyaya garantor li hemberî van êrişan li ku derê ye, çima bê deng e?"

Îsa gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Dewleta Tirk li hemberî topbarana Rûsyayê ya li dijî Idlibê bê deng dimîne. Heman sînaryo li Eyn Îsayê jî dubare dibe, dewleta Tirk topbaran dike û Rûsya ruxmî ku hêza garantor e, lê bê deng dimîne û rola xwe pêk nayne.”

Der barê armancên dewleta Tirk ji êrişên li dijî Eyn Îsayê de, Îsa xuya kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide navçeya Eyn Îsayê dagir bike, ji ber ku dizane ew navçe xwedî girîngiyeke stratejîk e, ji ber ku li ser rêya M4 e û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev ve girê dide.

Îsa destnîşan kir ku rola Rûsya li herêmê cihê şermê ye û wiha domand: "Em tu destwerdanên wê yên cidî ji agirbestê re li navçeya Eyn Îsayê nabînin. Divê Rûsya garantoriya xwe îsbat bike û rola garantor a rast bilîze ne garantorekî sexte be."

Îsa bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî êrişên li dijî ax, yekitî û gelên Sûriyê bisekinin.

Di dawiyê de Îsa bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez destwerdanê bikin û êrişên li dijî herêmê bidin rawestandin û got: " Heke ev êriş berdewam bikin, dê li herêmê bibin sedema karesatên mezin."

(şx)

ANHA