Eşîrên Dêrazorê: Eşîr û QSD li hemberî dijmin di yek xendekê de ne

Şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê êrişên artêşa Tirk ên li dijî Eyn Îsa û sûcên li herêmên dagirkirî şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku dawî li van êrişan bînin.

Eşîrên Dêrazorê: Eşîr û QSD li hemberî dijmin di yek xendekê de ne
29 kanûn, 2020   08:52
DÊRAZORÊ

Bertekên li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser Eyn Îsayê hîn jî didomin, nexasim ji aliyê şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ve. Eşîran êrişên li dijî xaka Sûriyê şermezar kirin û soza şopandina rêya şehîdan da.

Têkildarî mijarê ji şêxên eşîra Bûkemalê, şex Îbrahîm El-Nicim, êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûcên li dijî gelê li herêmên dagirkirî û hewldana dagirkirina Eyn Îsayê şermezar kirin. El-Nicim piştrast kir ku eşîrên Ereb beriya niha li dijî dagirkeriya Osmanî sekinîn û dê li dijî dagirkeriya Osmanî ya nû jî bisekinin.

/ar/uploads/files/2020/12/29/084128_abrahym-alnjm7e2.webp

Îbrahîm El-Nicim wiha got: "Em êrişên artêşa Tirk a dagirker red dikin û dibêjin siyaseta li dijî me pêk tê, hewldana zindîkirina dagirkeriya Osmanî ya berê ye, lê em wekî gelê herêmê, zarok û ciwanan, dê li dijî dagirkeriyê bisekinin. Bihaneyên Tirkiyê yên avakirina herêma ewle lîstokek ji lîstokên dewleta Tirk e û dagirkerî pandemiyeke mezin li dijî gelan e."

El-Nicim bang kir ku pêwîstî bi yekitiyê û sekna li hember tevahî dagirkeran heye, nexasim jî li dijî artêşa Tirk.

Îbrahîm El-Nicim di dawiya gotina xwe de got QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehiya wan mîsoger dikin, ji ber ew nûnertiya wan in.

Li aliyekî din jî rûspiyekî Dêrazorê Sabit El-Hemada jî axivî û destnîşan kir ku ew dizanin ku qurbaniyên vê dagirkeriyê gelê Sûriyê ye, ji lew re bang li gelê Sûriyê dikin ku yekitiya xwe bi tevahî pêkhate û etnîkan ava bikin.

/ar/uploads/files/2020/12/29/084142_alwjyh-thabt-alhmadh.webp

Sabit El-Hemada got bêdengiya navneteweyî ji sûcên dewleta Tirk re wekî şewqa kesk e, nexasim bêdengiya Rûsyayê ya ku idîa dike ku ew garantor e. Sabit El-Hemada eşkere kir ku eşîrên Ereb ên li Dêrazorê amade ne ku li rex QSD’ê şer li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê bikin.

/ar/uploads/files/2020/12/29/084255_khald-almhmd.webp

Rûspiyekî eşîra Dêrazorê Xalid El-Mihemed jî axivî ku gelê herêmê dê ewlehî û aramiya ku bi saya QSD`ê û Rêveberiya Xweser hatiye bidestxistin, ji destê xwe bernedin.

Xalid El-Mihemed bang li tevahî aliyan kir ku yekitiya xwe ava bikin, nakokiyan ji holê rakin û li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin.

(eh)

ANHA