Balafirên artêşa Tirk a dagirker gundekî Zaxo bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Bankê yê jêr ê navçeya Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê ve ya Başûrê Kurdistanê, bombebaran kir.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker gundekî Zaxo bombebaran kir
29 kanûn, 2020   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şeva din gundê Bankê yê jêr ê navçeya Zaxo ya ser bi Dihokê ve, bombebaran kir.

Li gorî agahiyan ji ber bombebaranê ziyan gihaye mal û xaniyên welatiyên gund.

Ev ne cara yekê ye ku gund ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê bombebarankirin.

(cx)