Çeteyên dewleta Tirk gefên koçberkirinê li şêniyên gundên Şêrawa dixwin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gefa koçberkirina bi darê zorê li şêniyên resen ên gundên navçeya Şêrawa ya dorpêçkirî, xwarin.

Çeteyên dewleta Tirk gefên koçberkirinê li şêniyên gundên Şêrawa dixwin
28 kanûn, 2020   13:47
ŞEHBA

Çavkaniyên ji gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên ‘Feyleq El-Şam’ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gefa koçberkirina bi darê zorê li şêniyên resen ên gundên navçeya Şêrawa ya dorpêçkirî xwarin.

Çavkaniyan piştrast kir ku çeteyên Feyleq El-Şam ku bi fermanên yekser ên îstixbarata Tirk tev digerin, piştî 3 hefteyan ji dorpêçê gef li şêniyên gundên navçeya Şêrawa xwarin ku dê wan ji malên wan biqewitînin.

Çavkaniyan eşkere kir ku gef li şêniyên gundên Basûfan, Biyê, Buric Heyder, Kebaşîn û Beradê hatiye xwarin.

Ji 4`ê vê Kanûnê ve çeteyên Feyleq El-Şam û koma El-Hemze gundên Biyê, Basûfan û Kebaşîn ên navçeya Şêrawa xistina dorpêçê. Çeteyan di çarçoveya tengavkirina sivîlan de, li wan gundan hemleyên berfireh ên revandinê dane destpêkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker welatiya bi navê Xezalê Menan Hisên (45) ya ji gundê Basûfanê revandibû û çarenûsa wê hîna ne diyar e.

(cx)