‘Dadgeha Edaletê erkên xwe li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan pêk neanîn’

Navenda Çand û Hunerê ya Dêrikê, Saziya Olî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Malbatên Şehîdan girtina Leyla Guven, bi daxuyaniyên cuda şermezar kir.

‘Dadgeha Edaletê erkên xwe li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan pêk neanîn’
28 kanûn, 2020   13:47
QAMIŞLO

Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê di daxuyaniya xwe de bang kir ku asta têkoşînê bilind bikin da ku girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de rizgar bikin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i8bOtUO1B_4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Endamên Navenda Dîcle li pêşiya navendê xwe kom bûn û endama navendê Hîma Hacî daxuyanî xwend.

Hîma Hacî biryara hikumeta Tirk a girtina Leyla Guven şermezar kir û bang li jinan kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û got: "Em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku girtiyên siyasî di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de rizgar bikin û li hemberî êrişên dewleta Tirk bisekinin."

Hîma Dadgeha Edaletê, rêxistinên navneteweyî û hiquqî ji ber bêdengiya wan a li hemberî sûcên dewleta Tirk rexne kir û diyar kir ku Dadgeha Edaletê erka xwe li dijî sûcên dewleta Tirk bi cih neanîn û bang li rêxistinên hiquqî yên mafên mirovan kir ku erka xwe ya rizgariya girtiyan û azadiya gelên bindest bi cih bînin.

SAZIYA OLÎ YA JINAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/56Mj8GgDN9M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Saziya Olî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê biryara dadgeha dewleta Tirk a li dijî parlamentera Kurd Leyla Guven şermezar kir û diyar kir ku ev biryar ne rewa ye.

Endama Saziya Jinên Misilman Hîbetullah Deblîz li avahiya Akademiya Îslama Demokratîk a li Qamişloyê bi beşdarbûna xwendekarên akademiyê û endamên saziyê, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku AKP bi serkêşiya Erdogan û hevkariya nîjadperestên Tirk tevahiya saziyên dewletê yên li Tirkiyê bi kar tîne da ku ajandeyên xwe yên faşîst pêk bîne û muxalîfên xwe biçewisîne.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û mafên jinan hate kirin ku sûcên li dijî xwediyên raya azad şermezar bikin û li gorî hevpeymanên navneteweyî rola xwe bilîzin. Her wiha soza piştgiriya Leyla Guven û tevahiya girtiyan hate dayîn.

SAZIYA MALBATÊN ŞEHÎDAN

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kawwgF9yWjA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di heman çarçoveyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker bi tevahiya rêbazên dermirovî sûcên li dijî jinan, siyasetmedar û parlamenterên Kurd, bi taybet jinên ku li dijî zîhniyeta serdestiya mêran li ber xwe didin, pêk tîne.

Em siyaseta hovane ya dewleta Tirk a li dijî jinan li Rojava û Bakurê Kurdistanê û girtina hevseroka KCD`ê Leyla Guven şermezar dikin û dibêjin em bi wê re ne.

Dewleta Tirk bi rêya van girtinên hovane dixwaze rê li pêşiya têkoşîna jinan bigire. Ji bo rêgirtina li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker em bang li tevahiya jinan dikin ku tev li siyaset û berxwedanê bibin.”

 (dm-şx)

ANHA