‘Divê ciwanên Kurdistanê li hember siyasetên li dijî doza Kurd bisekinin’

Ciwanên şoreşger tevgerên PDK`ê şermezar kirin û bang li tevahî ciwanên Kurdistanê kirin ku hevgirtina xwe ava bikin û li hemberî siyasetên partiyetî yên teng ên ku nakevin xizmeta gelê Kurd bisekinin.

 ‘Divê ciwanên Kurdistanê li hember siyasetên li dijî doza Kurd bisekinin’
28 kanûn, 2020   09:00
QAMIŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi meşeke dirêj qonaxa duyemîn a pêngava "Em ê teqez bi ser bikevin" ragihandin. Pêngav ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Eyn Îsa û kiryarên PDK'ê yên  li ser sînorê Rojava û êrişa wê li hemberî gerîlayên HPG'ê yên li Başûrê Kurdistanê ye.

 ‘TEVGERÊN PDK’Ê NÎŞANEYA HEVKARIYA BI DIJMIN RE YE’

/ar/uploads/files/2020/12/28/075845_mzlwm-khlf.webp

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Cizîrê Mezlûm Xelef tevgerên PDK’ê û sewqiyetên wê yên leşkerî û  çekên giran ên li sînorê Rojava, her wiha êrişa 13’yê vê mehê ya li dijî HPG’ê li nêzî  gundê Sergelê ya navçeya Amediyê, şermezar kir û ew yek bi îxaneta PDK’ê bi nav kir.

Xelef wiha got: "Ev yek nîşaneya ku PDK’ê bi dewleta Tirk re hevkar e. Dewleta Tirk jî hewl dide bi rêya derxistina astengiyan di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de parçeyên Kurdistanê ji hev qut bike. Da ku yekitiya Kurdan pêk neyê. Êrişa PDK’ê ya li dijî HPG’ê jî nakeve xizmeta Kurdan."

Xelef piştrast kir ku ew wek ciwanên şoreşger ew ê bi yek destî li hember dagirkerî û îxanetê bisekinin û bang li ciwanan û gelê Kurd ê li tevahî Kurdistanê kir ku hevgirtina xwe ava bikin û li hember siyaset û kiryarên parteytî yên teng ên ku nakevin ximzetî gelê Kurd bisekinin.

 ‘GELO PDK’Ê ÇAWA DIKARE ÊRIŞÊN BI BÎ RENGÎ LI DIJÎ HÊZÊN KURD PÊK BÎNE?’

/ar/uploads/files/2020/12/28/075823_hythm-aly.webp

Ciwanê bi navê Heysem Elî yê tev li meşa dirêj bûye, êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayan şermezar kir û wiha got: "Dema çeteyên DAIŞ’ê êriş Şengalê kirin, yekemîn hêza ku lez kiriye ku parastina Şengalê bike, hêzên gerîla bûn, parasatina Kurd kir û Şengal rizgar kir, lê di heman demê de jî pêşmergeyên PDK’ê ji nuqteyên xwe yên leşkerî yên li herêmê vekişîn. Lê mixabin tiştê ku PDK’ê kiriye, cihê şermê ye."

Elî wiha pirs kir: "Ma PDK’ê nabîne ku çawa dijmin yekser kurdan li tevahî Kurdistanê dike armanc, gelo çawa dikare mîna van sûcan li dijî hêzên Kurd pêk bîne? Tevgera PDK’ê cihê şermê ye û gelo çawa bi dijminê ku hewl dide bi hemû hêza xwe fitneyê di nava aliyên Kurd de li derbixe û gelê Kurd qir bike, hevkar be?"

Elî bang li tevahî ciwanên Kurdistanê kir ku hişyar bin, parastina Kurd bikin, li hember dijmin û siyasetên ku piştevaniya wê dikin bisekinin û wiha bi dawî kir: "Wek rêber Ocalan gotiye, şoreşa me bi ciwanan dest pê kir û dê bi ciwanan bi ser bikeve."

Meşa dirêj di 24’ê vê mehê de ji Til Temirê ya Hesekê dest pê kir û berê xwe da Hesekê û piştre Amûdê. Di 26’ê mehê de jî meş ber bi Qamişlo, Tirbespiyê û piştre Çilaxa ve çû. Tê payîn ku piştre ciwan berê xwe bidin Girkê Legê û li Dêrikê raweste.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Yxpk7PxMYHs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>