Rojnameyên erebî: Qahîre têkiliyên bi hikumeta Lîbyayê re zêde dike

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Lîbyayê û her wiha rewşa Iraqê û Tûnisê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Qahîre têkiliyên bi hikumeta Lîbyayê re zêde dike
28 kanûn, 2020   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

‘QAHÎRE HEWL DIDE HEVKARÊN ENQEREYÊ JI HEV BELAV BIKE’

Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Misir têkiliyên xwe yê bi hikumeta Wîfaq a Lîbyayê re, bi serokatiya Fayiz El-Serac re, zêde dike. Ev pêngav mîna nameyekê ye, ji bo şepêla ku li dijî çareseriya leşkerî ne ya ku Tirkiye dixwaze ferz bike. Niha wezîrê karên hundir Fethî Başaxa, yê nêzî partiya Edalet û Avakirinê ya Îxwanî ye, serkêşiya vê şepêlê dike û wî meha derbasbûyî serdana Qahîreyê kiribû.

Çavkaniyan ji El-Ereb re diyar kir ku dûrbûna Misirê ji Terablusê, bû yek ji sedemên ku ketina Tirkiyê bo Lîbyayê hêsan kir. Hikumeta Wîfaqê xwe dît ku bê pişt e û rewşa wê aloz e, lewma dema ku Enqereyê destê leşkerî û siyasî dayê, wê jî dest da Enqereyê."

‘KOMÊN NÊZÎ ÎRANÊ LI IRAQÊ GEFAN LI SALIH Û KAZIMÎ DIXWIN’

Der barê arîşeya li Iraqê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Bi nêzbûna salvegera kuştina fermandarê Îranê Qasim Suleymanî û fermandarê Heşdî Şabî yê Iraqê yê berê Ebû Mehdî El-Muhendis, komên çekdar ên Iraqê yên nêzî Îranê gefên xwe zêde kirin.

Koma bi navê "Tabûrên Ebû El-Fedil El-Ebas" duh gef li serokê komarê Berhem Salih û serokwezîr Mistefa Kazimî xwar.

Di vê navberê de koma bi navê "Yekîneya Qasim El-Cebarîn" duh ragihand ku wê di nava çend rojan de êrişa duyem li dijî karwanekî leşkerî yê Hevpeymana Navdewletî li başûrê Bexdayê pêk aniye, her wiha soz da ku li dijî "dagirkeriya Amerîkayê" êrişan dewam bike.”

‘HEWL TÊ DAYÎN KU BAWERIYÊ JI EL-GANÛŞÎ BIKIŞÎNIN’

Rojnameya El-Beyan der barê rewşa Tûnisê de nivîsî: "Mijara derxistina Raşid El-Ganûşî ji parlamentoyê dîsa kete rojeva Tûnisê, ji ber ku baweriya tûnisiyan êdî pê şikest. Cîgirê Bloka Demokratan a parlemanê Nebîl Hecî got bloka wî dê çi ji dest bê bike, da ku El-Ganûşî ji parlemanê derxe, her wiha xemsariya parlemanê ya der barê cezakirina parlamenterên ku li dijî hempîşeyê xwe tundî kirine jî şermezar kir.”

(kn)