Çalakiya greva birçîbûnê di roja 32`yan de didome

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatibû destpêkirin, di roja 32`yan de bi koma 7`emîn didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 32`yan de didome
28 kanûn, 2020   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê Mijdarê ji aliyê gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve hatibû destpêkirin, di roja  32`yan de bi koma 7`emîn berdewam dike.

Çalakgeran diyar kirin ku heta dawî li tecrîdê neyê ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Ji bo balkişandina grevên birçîbûnê li taxên Alîpaşa û Îskenderpaşa yên Sûra Amedê li dîwaran ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate nivîsandin.