​​​​​​​Tîma Destwerdana Lezgîn  di sala 2020'an de xebatên girîng meşandin

Tîma Destwerdana Lezgîn a Reqayê gelek cenaze ji gorên komî derxistine û di rewşên awarte de roleke girîng pêk tîne.

​​​​​​​Tîma Destwerdana Lezgîn  di sala 2020'an de xebatên girîng meşandin
​​​​​​​Tîma Destwerdana Lezgîn  di sala 2020'an de xebatên girîng meşandin
​​​​​​​Tîma Destwerdana Lezgîn  di sala 2020'an de xebatên girîng meşandin
28 kanûn, 2020   03:48
REQA-XALID CUMA

Tîma Destwerdana Lezgîn di 9’ê Çileya 2018’an de hat avakirin û ji 5 beşan pêk tê; agirkujî, ambulanc, noqvan, tiba edlî (derxistina cenazeyan) û tîma rakirina kavilan.

Piştî QSD’ê Reqa ji  çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, Tîma Destwerdana Lezgîn hat avakirin û rola wê li herêmê girîng e. Xebata bingehîn a tîmê; di demên awarte de destwerdanê dike û alîkariya sivîlan dike. Li aliyekî din jî roleke girîng di vedîtina gorên komî yên qurbaniyên çeteyên DAIŞ’ê de lîst.

31 GORÊN KOMÎ VEDÎTIN Û 6100 CENAZE DERXISTIN

Tîma rakirina cenazeyan bi alavên hêsan ên destan dixebite. Tîmê li bajar û gundewarê Reqayê cenzayan sivîlên ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatine qetilkirin û di gorên komî de hatine veşartin, derdixîne.

Tîm bi rêya bijîşkên edlî (Şerai) cenazeyên ku ji gorên komî derdixînin, bi belge dike, piştre li goristana ku Meclisa Sivîl a Reqayê diyar kiriye, vedişêre.

Li gorî serokê Tîma Destwerdana Lezgîn Yasir Xemîs, wan heta niha agahî li ser 31 gorên komî yên li Reqa û gundewarên wê ji şêniyan wergirtine.

Xemîs da zanîn ku li gorî vê yekê tîm dest bi derxistina cenazeyan ji van goran dike û got wan heta niha 6 hezar û 100 cenaze ji 28 gorên komî der xistine û 700 cenazeyên ku hatine naskirin, radestî malbatên wan kirin.

Xemîs piştrast kir ku xebatên derxistina cenazeyan ji gorên komî berdewam e û diyar kir ku tîm di gora komî ya 28’an a li gundê Kesra Ferec dixebite û got, dibe ku 10 cenaze tê de hebin.

3 NAVENDÊN AGIRKUJIYÊ, ŞEWAT LI ZÊDETIRÎ 900 CIHÎ VEMIRANDIN

Tîmê 3 navendên agirkujiyê li herêma Kerame , herêma Hezîrme û gundê Retle ava kirin, da ku şewatên li zeviyên çandiniyê derdikevin vemirînin. Mîna ku beriya du salan çêbûye. Di wê demê de şewatên bizanebûn li ser sedan hêktarên çandiyê çêbûn û tîma agirkujiyê ya Tîma Destwerdana Lezgîn zêdetirî 900 zevî vemirandin, ew vemirandina şewatan bi rêya 11 erebeyên agirkujiyê yên tîmê pêk hat.

TÎMA NOQVAN Û NAVENDA AWARTE LI SER KEVIYA FIRATÊ HATIN AVAKIRIN

Beşa Noqvan a Tîma Destwerdana Lezgîn îsal navendeke awarte li ser keviya çemê Firatê ava kir.

Tîma noqvan cenazeyên di avê de derdixe. Her wiha ji bo rewşên noqbûnên li çema Firat û Belîx, nimreyên telefonê diyar kirin.

Li gorî Xemîs, ji dema tîma noqvan hatiye avakirin ve, 20 rewşên noqbûnê ji çema Firatê derxistin.

Tîma ambulancê heta niha zêdetirî 200 rewşên giran ji nexweşxaneyên Reqayê veguhastin nexweşxaneyên Tebqa, Kobanê û Minbicê.

Ji ber wêranbûna li Reqayê, divê kavilên li kolanên giştî û şaxî werin komkirin, bi wê re jî tîma kavilan a girêdayî Tîma Destwerdana Lezgîn hat avakirin. Tîma kavilan ji zêdetirî 450 cihên li Reqayê kavil rakirin.

Yasir Xemîs eşkere kir ku ew ê sala bê  li ser lêgerîna li windahiyan bixebitin û wiha got: "Agahî li ser 400 heta 600 rewşên winda ji malbatên windahiyan hatin. Ew agahî derbarê temen, cil, nasnameyên kesayetî yên windahiyan e."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Nt0N_QnE--M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>