Budceya Sûriyê ya 2021’an hilweşîna aborî temam dike

Digel nerazîbûna gel a ji zêdebûna krîza aborî û acizbûna hikumeta Şamê ji dabînkirina pêdiviyên welatiyan, Parlamentoya Sûriyê projeya qanûna budceya 2021’an pejirand.

Budceya Sûriyê ya 2021’an hilweşîna aborî temam dike
28 kanûn, 2020   01:17
ŞAM-NESRÎN XELÎL

Piştî meh û nîvekê ji nîqaşkirina daxuyaniya darayî ya hikumeta Şamê ya der barê projeya qanûna budceyê ya 2021’an de, parlamentoyê di 15’ê Kanûnê de li ser projeya qanûnê ya bi forma wê ya dawî bi 8.5 tirliyon lîreya Sûriyê erê kir û ev qanûn jî kete pratîkê.

Di demekê de ku rewşa aborî ya xirab rastiya biryarên hikumeta Şamê û dudceya wê eşkere dikin, welatiyên sûrî nerazîbûna xwe li hember acizbûna hikumetê nîşan didin ku nikare debara jiyanî ya welatiyan dabîn bike.

HÊRSA GEL

Ji ber biryara budceya sala bê ya hikumeta Şamê, hêrseke giştî li gel şêniyên ku li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de dijîn çêbû. Welatiyan li ser medyaya civakê hêrsa xwe ya têkildarî xîtabên ku bi kêrî qûta jiyana rojane nayê, nîşan da.

Girêdayî mijarê, şêniyê bi navê (K.N) li ser rûpela xwe ya facebookê giliya der barê mûçeyan de kir û wiha nivîsî: "Tevahî kelûpelên Sûriyê, ji gurzek beqdûnis bigire heta bi avahiyan li gorî bihaya dolar a di hundirê odeyên girtî de ye. Lê tenê mûçe û kirê hîna li gorî bihaya 50 dolarî ya 2011’an de ye."

Şêniyê bi navê (C.W)  jî ev tişt nivîsand "Hikumet li beramber tu çare yan jî vebijêrkan aciz e. Lê belê tenê fişarê li ser şêniyên ku êdî rewşê tehemûl nakin, dike."

Tevî diyarkirina 7 tirliyon lîreya Sûriyê mîna piştdayîna mezaxtên sala bê, lê texmîn nabe ku zêdebûna mûçeyên karmendan hebe.

 ‘TU  NÎŞANEYÊN ZÊDEBÛNA MÛÇEYAN TUNE NE’

Aborînas Dr. Reşa Seyrob têkildarî lêkolîna li ser budceyê destnîşan kir ku zêdebûna budceyên heyî tu ihtîmala zêdebûna mûçeyan nîşan nade. Lê belê tenê zêdebûna li ser mûçeyên dawiya 2019’an de çêbûne dê têkevin budceya 2021’an. Lê divêyabûn ew zêdebûn têketa budceya 2020’an.

BERSIVÊN TEVLIHEV…

Li beramber rewşa aborî ya xirab li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, gelek pirs bi rêya parlamentoyê ji hikumeta Şamê hatin kirin, lê belê hemû rastî berisvên tevlihev û nakok hatin.

Wezîrê Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxeran Telal Berazî der heqê pirsên endamên parlamentoyê de wiha bersiv da: "Qerabalixa li pêşiya firinan ji 20 rojan ve bi rêjeya ji sedî 70 hatiye guhartin. Ji ber ku cihên firotina nan hatine zêdekirin. Li Şamê 294 cih hatin diyarkirin. Hewldan hene ku hejmara wan bigihîje 420 cihanda ku qerabalix sivik bibe."

Berazî da zanîn ku ji çavdêrên zimhêrê dewriye hatine diyarkirin, da ku belavkirin û firotina  nan werin kontrolkirin. Her wiha got ku 169 rewşên bazariya bi nan hatine kontrokirin û hin caran jî gendelî ji karmend derdikeve.

Li herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de, azarên kêmbûna nan û nedabînkirina wê heye. Sûriyê ji dewleteke ku bi genim dewlemend bû veguherî dewleteke ku genim ji derve tîne. Ji ber ku êdî derxistina genim ji bo navendên hikumeta Şamê rawestandine. Sedema vê yekê ew ku bihaya kirîna wê bi hevrûkirina bi nirxa lîreya Sûriyê li hember dolar kêm e. Li aliyekî din jî li herêmên hikumeta Şamê zeviyên çandiniyê tune ne.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê  Sergey Lavrov di 17’ê vê Kanûnê de got ku Rûsya ji destpêka 2020’an de 100 hezar ton genim wek alîkariyên mirovî daye Sûriyê û dê hinên din pêşkêş bike.

 ‘DEWLETA KÛR BIRYARAN BI NAVÊ HIKUMETA ŞAMÊ DIDE’

Aborînasê ji paytexta Sûriyê, Şamê ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, wiha got: "Hikumeta Sûriyê mîna ku dewleteke kûr di hundirê dewletê bi xwe de heye û biryaran ji aliyê hikumetê ve têne dayîn. Lê di rastiyê de ew biryaran amade dike, bihayan û hwd diyar dike û idîa dike ew komîteyên aboriyê ne."

Aborînas diyar kir ku daxuyanî û gotinên berpirsên hikumetê yên der barê biha, kontrokirin û budceya sala nû de, armanc jê teyisîna rûyên gendeliyan e ku bi rêya ajandeyên çapemeniyê pêk tên û erkên wan di vê aliyê de zelal e. Aborînas piştrast kir ku daxuyanî pêdiviyên gel dabîn nakin.

CUDAHIYA BUDCEYAN

Tevî budceya sala bê 8 tirlyon û 500 milyar lîreya Sûriyê ye û bi du qatan ji budceya 2020’an a ku 4 tirlyon lîreya Sûriyê bû zêdetir e, lê diyar e ku dê tu cudahî ji ya 2020’an çênabe.

Nirxa lîreya Sûriyê ya fermî li hember dolarê îsal hezar û 256 dolar e. Lê par nirxa lîreya Sûriyê li hember dolar 434 bû. Bi wê re jî budceya sala bê li gorî îsal bi rêjeya ji sedî 27 kêm e.

Nirxa dolar li sûka reş di dema budceya sala bê hat diyarkirin ji du qatî zêdetir e. Lê belê nirxa lîreya Sûriyê li hember dolar li sûka reş di dema budceya 2020’an derketiye de, bû 800 lîreya Sûriyê.

CEZA...

Krîza li Sûriyê bû sedema hilweşîna binesaziya aborî li welat, bi taybet li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de. Ew jî ji ber şerên di navbera hêzên hikumeta Şamê, çekdar û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de, çêbûne. Piştre ew komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ji bo şerê li Lîbya, Qerebax û hwd hatin şandin.

Binesaziya aborî ya hilweşiyayî, bandora xwe li aboriya Sûriyê û rewşa jiyanê dike. Ji ber şênî digel bihabûna kirêyên malan û belavbûna bêkariyê ji destpêka krîza Sûriyê ya 2011’an de, azaran dikişînin.

Girêdayî mijarê, aborînas pişrast kir ku cezayên li dijî banka navendî, ferd û saziyên girêdayî hikumeta Şamê bandoreke yekser, beriya li wan berpirsan bike, li gel kir. Lê berpirsên hikumetê yên ceza lê hatine birîn, di rewşeke aborî ya herî baş de ne, ji ber sûd ji şer wergirtin û bi rêya kiryarên qaçaqiyê û keysbaziya bihayan bûn bazirganên şeran.

Wezareta Xîzaneya Amerîkayê di vê dawiyê de cezayên li dijî du ferd û 9 şirketên bazirganî, banka navendî yên hikumeta Şamê birî.

Li gorî Rutersê, wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo wiha daxuyand: "Dê DYA’yê hewldanên muhasebekirina kesên ku temenê krîza li Sûriyê dirêj bikin bidomîne." DYA û YE’yê ceza li dijî Sûriyê birîn. Ji ber vê yekê pereyên dewletê yên li derve û bi sedan şîrket û ferdan hatin cemidandin. Washington dahatûyên li Sûriyê û îstismarên amerîkayên li Sûriyê qedexe kir, li aliyekî din jî îstismarên girêdayî berhemên petrol û gazê jî qedexe kir.

Aborînasê ji Şamê eşkere kir ku bandora cezayan bi awayekî zelal li tunebûna madeyên xwarin, dermanên bingehîn, hilweşîna rewşa jiyanê û aboriya welatiyê sûrî kir.

Di demekê de ku gel li benda çareseriyên guncaw in, hêrs û mixabîniya  gel li hember xîtabên tevlihev hene, ji ber ku xwarinê ji birçîbûna wan ku di ser hemû helwestan re ye, dabîn nake.

(fr)

ANHA