Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Li bajarokê Ebû Qelqel ê Minbicê bi pêşengtiya ciwanan bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê meşiyan.

Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
27 kanûn, 2020   15:03
MINBIC

Li ser banga Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û bi koordîneya meclisa xeta bajarokê Ebû Qelqel ê başûrê bajarê Minbicê, bi sedan kes daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin.

Meşa ku bi dehan şênyên xeta Muhterek û Til Hozanê tevlê bibûn, ji pêşiya çerxerêya bajarokê Ebû Qelqel dest pê kir. Di meşê de alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, pankartên bi nivîsên "Bi yekitiya gelan em ê li hemberî dagirkeriya Tirk bi ser bikevin", "Em lihevkirinên ku me qetil dike û bajarê me wêran dike red dikin" û "Vîna me ji gefên we bi hêztir e" hatin hildan.

Meş li pêşiya avahiya Meclisa Xeta Ebû Qelqel rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Yekitiya Jinên Ciwan, endama meclisê Sîdana Henûş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bi navê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Minbicê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û binpêkirinên rojane yên li herêmên dagirkirî, her wiha bêdengiya garantorên agirbestê ên li hemberî van kiryaran hatin şermezarkirin. Hate gotin ku faşîzma dewleta Tirk zêdegaviyên xwe yên li Eyn Îsayê didomînin, sivîlan raste rast dike hedef da ku wan bide koçberkirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku armanc ji van sûcan derbekirina ewlehiya herêmê û projeya neteweya demokratîk e.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewletên kapîtalîst û dagirker dixwazin vîna gelên ku banga jiyana bi rûmet dikin, têk bibe.

Her wiha berxwedana QSD'ê ya li hemberî êrişan hate silavkirin û hate diyarkirin ku serkeftinên ku QSD'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî mezintirîn hêzên terorîst pêk anîne û rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê, ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku hêza tekane ya ku li şûna tevahî cîhanî şerê terorê kir.

Di daxuyaniyê wiha hate domandin: "Ji vir ji bajarê Minbicê, em teqez dikin ku serkeftin wê teqez a gelên azad be. Em Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Minbicê bi QSD'ê re ne, da ku ewlehî û aştî ji gelan misoger bibe û destkeftiyên şoreşê werin parastin.

Em bang li tevahî ciwan û gelên herêmê dikin ku li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Em soz didin ku em ê ji bo şikandina tevahî planên ku projeya me ya demokratîk dike hedef, fîdayî bin. Em ê asta têkoşînê bilind bikin û ji bo rizgarkirina tevahî xakên xwe yên dagirkirî bixebitin. Em şopdarên xeta şehîdan in, em ê layiqî şoreşa xwe bin, şoreşa rûmet û gelên azad."

Piştre, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo jî axivî  û got: "Tirkiyê ji projeya neteweya demokratîk a biratiya gelan ditirse, ji ber vê yekê hewl dide bi hemû rêbazan vê projeyê têk bibe."

Şêxo bang li hêzên garantor kir ku erka xwe bi cih bînin û êrişên li ser herêmê rawestînin.

Mihemed Xêr Şêxo : "Em bi yekitiya çarenûsê û yekitiya xaka Sûriyê bawer in, em buhostekê ji xaka Sûriyê bernadin."

Hevserokê Mecisa Sivîl a Xeta Ebû Qelqel Riyad Elawî jî got: "Em hemû destwerdanên Tirkiyê yên di xaka Sûriyê de û planên wê yên dagirkirinê red dikin, her wiha em bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê me şermezar dikin."

ANHA