Rêxistinên jinan girtina Leyla Guven şermezar kir

Kongreya Star û Rêxistina Sara girtina Leyla Guven şermezar kir û bang li rêxistinên jinan, mafên mirovan kirin ku doza Leyla Guven rakin Dadgeha Bilind a Navneteweyî.

Rêxistinên jinan girtina Leyla Guven şermezar kir
27 kanûn, 2020   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan sûcên dermirovî pêk tîne nexasim li dijî siyasetmedar, rojnamevanan û mafnasan, her dawîn cezayê girtinê ya 22 sal û 3 meh li dijî hevseroka KCD'ê Leyla Guven birî.

QAMIŞLO

Di vê çarçoveyê de endamên Komîteya Civakî ya Kongreya Satar li pêşiya avahiya Weqfa Jina Azad a bajarê Qamişlo daxuyanî da. Berdevka bi navê Komîteya Civakî Gulîstan Elî daxuyanî xwend.

 Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di demekê de ku tevahiya jinên cîhanê ji bo bidestxistina mafên xwe yên ku ji aliyê sîstemên hovane ve hatine çewisandin, dixebitin, sîstemên desthilat hîn jî siyasetên çewisandinê pêk tînin. Mînaka vê yekê siyaseta dewleta Tirk a ku dixwaze pêkhateyên heyî, çanda wan a jiyana hevbeş têk bibe, nexasim siyaseta hovane ya ku li dijî têkoşîna jinên Kurd dide meşandin ku wan bi awayekî dûrî nirxên mirovahiyê di girtîgehan de êşkence dike."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser sûcên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî jinan ji revandin, êşencekirin, qetilkirin û tecawizkirin  û hate gotin ku girtina Leyla Guven berdewama van kiryaran e ku hemû pîvanên demokrasî û mafên mirovan bin pê dike

Di dawiya daxuyaniyê de jinan soz da Leyla Guven ku ew ê şopdarên rêya wê bin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dev ji bêdengiya xwe berdin.

 

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mR7B4H2USEc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

/ar/uploads/files/2020/12/27/132917_qam-daxwiyani-28229.webp

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan a herêma Firatê bi beşdariya bi dehan jinên ciwanan li pêşiya avahiya Rêxistina ya li bajarê Kobanê daxuyaniyek da. Endama rêveber a Rêxistina Sara Necat Mesla daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de biryara li dijî Leyla Guven hate şermezarkirin û wiha hate domandin: "Em soz didin ku em ê li dijî desthilata mêran bisekinin. Em  bang li rêxistinên mafên jinan û mafnasan kir ku doza Leyla Guven rakin Dadgeha Bilind a Navneteweyî."

(eh)

ANHA