Şêniyên Girê Spî piştgiriya xwe ji berxwedana QSD`ê re nîşan da

Şêniyên bajarokê El-Cirn ê li rojavayê Girê Spî ya dagirkirî bi meşekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da.

Şêniyên Girê Spî piştgiriya xwe ji berxwedana QSD`ê re nîşan da
27 kanûn, 2020   13:18
EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên bajarokê El-Cirn û gundewarên wê ji gundê Bîr Ereb a Jêrîn ber bi Bîr Ereb a Jorîn ve meşiyan û bang li civaka navneteweyî kir ku çeteyan ji herêmên dagirkirî derxin.

Beşdaran sloganên "Bijî berxwedana Eyn Îsa û QSD`ê" berz kirin.

Li başûrê gundê Bîr Ereb meş veguherî mîtîngê û hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokrat a Kantona Girê Spî Bêrîvan Îsmaîl axivî û got: "Em êrişên dewleta Tirk ên hovane yên li dijî navçeya Eyn Îsayê û helwesta hêza garantor Rûsyayê ya têkildarî nerawestandina şerê li herêmê şermezar dikin."

Di heman çarçoveyê de hevserokê Meclisa El-Cirn Mehmûd Mistefa jî axivî û îşaret bi berxwedana QSD`ê ya li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê kir. Mehmûd Mistefa piştgiriya xwe ji QSD`ê û gel re anî ziman.

Mîtîng bi sloganên "Bijî hêzên QSD`ê” û “Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-pjMQBpJl1I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>