Rêveberiya Jinan a Reqayê banga serhildana li dijî dewleta Tirk kir

Têkildarî sûcên artêşa Tirk û êrişên wê yên li dijî Eyn Îsayê,  Rêveberiya Jinan a li Reqayê 3 hezar belavok belav kirin û tê de bang li şêniyan kir ku li dijî dagirkeriyê bisekinin.

Rêveberiya Jinan a Reqayê banga serhildana li dijî dewleta Tirk kir
27 kanûn, 2020   12:58
REQA

Di çarçoveya pêngava ku Rêveberiya Jinan a Reqayê bi dirûşma "Na ji tundiyê û qirkirinê re û bi hev re em parastina jin û jiyanê bikin" de, ev çalakî pêk hat.

Endamên meclis, komînên jinan, nivîsgeh û Weqfa Jina Azad, endamên HPC`ê, endamên Nivîsgehên Jinan a Şaredariya Gel û nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê beşdarî hemleyê bûn.

Rêveberiya Jinan derdora 3 hezar belavok li şêniyên taxên Çerxerêya El-Neîm, Çerxerêya El-Delê, Kolana Til Ebyet û Kolana 23`yê Sibatê belav kirin.

Di danezanan de bang li gel hate kirin ku li dijî artêşa Tirk a dagirker bisekinin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JoMUdToSPeg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>