Li Şehbayê komxebata jinan

Bi dirûşma  “Ji ber ku jiyan e, gav û sekina wê zanist û berpirsiyartî ye", Komîteya Têkiliyên Doplomatîk a Kongreya Star a Herêma Efrînê komxebatek li dar xist.

Li Şehbayê komxebata jinan
Li Şehbayê komxebata jinan
Li Şehbayê komxebata jinan
Li Şehbayê komxebata jinan
Li Şehbayê komxebata jinan
Li Şehbayê komxebata jinan
Li Şehbayê komxebata jinan
Li Şehbayê komxebata jinan
27 kanûn, 2020   15:54
ŞEHBA

Di çarçoveya pêngava Kongreya Star a bi diruşmeya "Na ji dagirkirî û qirkirinê re..Bi hev re em jin û jiyanê biparêzin" de komxebatek derbarê rewşa jin û pêkanînên li dijî wan  li hola Axîn Welat a Çand û Hunerê ya navçeya Fafîn a kantona Şehbayê hate lidarxistin. 50 nûnerên jin ên saziyên sivîl û jinan û partiyên siyasî beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat ji aliyê Zelûx Bekir, Rîhab Cibo û Zozan Mistefa ve hate birêve birin.

Komxebat bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Axaftina destpêkê ya komxebatê ji aliyê berdevka Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya herêma Efrînê Zeyneb Qenber ve hate kirin. Zeyneb Qenber got: "Doza jin û azarên ku di nava aloziya Sûriyê de kişandine xwedî girîngiyeke mezin e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan dikar di hemû qadan de wekheviyê bi mêr re ava bikin."

Zeyneb destnîşan kir ku jinan di hemû cihên hesas û girîng ên civakê de cih girtin û ji her kesî re îsbat kir ku dikarî bibe pêşeng û keleman derbas bike.

Piştre senivîzyonek li ser rewşa jin li Rojhilata Navîn û cîhanê û rêbazên kolekirina wê ji aliyê hêzên desthilatdar û kapîtalîst ve hate pêşandan.

Mijara yekemîn a komxebatê ya bi navê (Rewşa jinan li Rojhilata Navîn) ji aliyê endama rêveber a Meclisa Jinên Azad a Şehbayê Rîhab Cibo ve hate şîrovekirin. Rîhab bal kişand ser qeydên dirûnî, civakî û aborî yên li ser jinan, bi taybet jinên li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku di vê dawiyê de li Rojhilata Navîn tevgereke mezin a jinan dest pê kir, ne ku tenê ji bo mafê xwe bi dest bixînin, di heman demê de ji bo ku mafên xwe îsbat bikin.

Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin. Seroka Weqfeya Jinan a Jîn a li Lubanên Buşra Elî bi rêya skype beşdarî komxebatê bû. Buşra Elî îşaret bi girîngiya rola jin di rêvebirin û parastina civakê de destnîşan kir, her wiha behsa rewşa jin berê û niha, zext û êrişên zihniyeta baviksalarî li ser wê kir.

Buşra got: "Mixabin civaka Rojhilata Navîn bê rêveber bû da ku rêya durist nîşanî wan bide û wan ji nava lîstokan derbixîne. Em niha dibînin ku di tevahî civakan de krîz hene. Di serî de jin azarên van krîzan dikişînin û li hemberî wê têkoşînê dikin. Bi taybet jinên Kurd, tevî hemû krîz û zextan dest ji berxwedana xwe bernedan."

Mijara duyem a bi navê (Jin di nava daxwaz û aloziya Sûriyeyê de) ji aliyê Hevseroka Meclisa Herêma Efrînê, Zelûx Bekir ve hat nirxandin.

Zelûx Bekir diyar kir ku li dijî jinan êrişên siyasî, leşkerî û ragihandin tê meşandin, xwest ku jin beşa herî lawaz di vê aloziyê de be da ku beşdarbûna wê di siyaset û girtina biryaran de tunebe.

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên bi rêya skype tev lî vê mijarê bû. Jiyanê bal kişand ser rola pêşeng a jinan di şoreşa Rojava de.

Her wiha îşaret bi kiryarên dewleta Tirk ên li dijî jinan kir û got: "Armanca sereke ya dagirkeriya Tirk têkoşîn û berxwedana jinan e. Ji ber vê yekê li Serêkaniyê, Efrîn û deverên din ên dagirkirî sûcên der mirovî li dijî jinan pêk tîne."

Jiyan Hisên, şehîd Hevrîn Xelef û roja wê ya pêşeng di civakê de û têkoşîne wê bi bîr xist û her wiha qetilkirina hersê jinên têkoşer li gundê Helincê yê Kobanê , Zehra, Fatima û Hebûn şermezar kir û got: "Peyama ku van şehîdan ji jinan re hiştine, bilindkirina asta têkoşînê li hemberî faşîzm, zilm û zihniyeta desthilatdar."

Komxebat bi diruşmeya  "Jin jiyan e, azadî" bi dawî bû.

ANHA