Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk ên li dijî Eyn Îsayê û sûcên li dijî gelê li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û piştrast kir ku ew amade ne li dijî van êrişan bisekinin.

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da
27 kanûn, 2020   12:38
TEBQA

Cîgirê Serokatiya Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Hesen El-Kino daxuyanî xwend û tê de sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî şemezar kirin û wiha got: "Dewleta Tirk mal û milkên taybet û giştî talan kirin, bi armanca guhartina demografiya herêmê şênî koçber kirin, di heman demê de armanca dewleta Tirk têkbirina ewlehiyê ye ku QSD`ê li herêmê mîsoger kiriye."

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê di dawiya daxuyaniyê de piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Q6sqA8av5t8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>