Li Hesekê û Kobanê girtina Leyla Guven hate şermezarkirin

Malbatên şehîdan ên bajarên Hesekê û Kobanê û navçeya Til Hemîsê û Nivîsgeha Jinên Misilman diyar kir ku dewleta Tirk mafên jinan binpê dike û girtina Leyla Guven şermezar kir.

Li Hesekê û Kobanê girtina Leyla Guven hate şermezarkirin
27 kanûn, 2020   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan li kantona Hesekê daxuyaniyek da û girtina siyasetmedara Kurd Leyla Guven şermezar kir.

Endama Meclisê Rojda Ehmed bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan li taxa Til Hecer a Hesekê daxuyanî xwend.

Di heman çarçoveyê de li navçeya Til Temirê jî bi dehan malbatên şehîdan li qada meclisê kom bûn û daxuyaniyek da. Endama Meclisê Cinar Yusif daxuyanî xwend û kiryarên li dijî parlamentera HDP`ê Leyla Guven şermezar kirin.

Li navçeya Dirbêsiyê jî endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Hindiya Bekir bi beşdariya bi dehan jin û xebatkarên saziyan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyan de kiryarên dewleta Tirk ên li dijî jinan, nexasim jinên azad ên li dijî hişmendiya baviksalar disekinin, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyan de piştgiriya Leyla Guven hate piştrastkirin û hate gotin ku ew ê li dijî siyaseta AKP`ê ya ku li dijî siyasetmedaran dide meşandin bisekinin û dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê.

Nivîsgeha Jinên Misilman ên Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk jî li taxa Mişêrfê ya Hesekê û bi beşdariya endam û xwendekarên Akademiya Civaka Îslamî û endamên Beşa Perwerdeya Olî ya Zanîngehên Rojava û Kongreya Star daxuyaniyek da.

Endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinên Misilman Emîra Izo daxuyanî xwend û tê de kiryarên desthilata Tirk ên li dijî parlamentera HPD`ê Leyla Guven şermezar kir.

Di dawiya daxuyaniyê de jinan destnîşan kir ku dê li dijî biryarên wiha bisekinin û destekê bidin azadîxwazan heta azadiya xwe bi dest bixin.

KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê herêma Firatê jî di heman çarçoveyê de daxuyaniyek da û tê de kiryarên hovane yên ku dewleta Tirk a faşîst ên li dijî têkoşerên Kurd şermezar kirin.

Seroka Komîteya Hevserên Şehîdan a herêma Firatê Fatima Umer Gêlo bi beşdariya endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşiya avahiya meclisê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker hîn jî li dijî têkoşerên Kurd biryarên nerewa dide, herî dawî jî li dijî têkoşer Leyla Guven ku bêyî sedem 22 sal lê birî.

Di daxuyaniyê de bi navê gelê Kobanê bang li hemû jinên cîhanê hate kirin ku li dijî sîstemên serdest bisekinin û dengê xwe bilind bikin.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eqNtaBQlyZE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>