Şêniyên Dirbêsiyê: Baweriya me bi QSD`ê heye

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin û diyar kirin ku  baweriya wan bi QSD`ê heye.

Şêniyên Dirbêsiyê: Baweriya me bi QSD`ê heye
27 kanûn, 2020   08:56
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca firehkirina qada dagirkirinê, êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim li dijî navçeya Eyn Îsayê didomînin.

Şêniyên herêmê van êrişan red dikin û piştrast dikin ku ew piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin.

Şêniyê bi navê Xelîl Biro diyar kir ku êrişên li dijî Eyn Îsayê planên Rûsya û dewleta Tirk in û got: "Êrişa li dijî Eyn Îsayê, êrişa li dijî tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Biro destnîşan kir ku êrişên li ser Eyn Îsayê komployeke nû ji hêla Rûsyayê ve û wiha domand: "Ji ber ku Rûsya bi dewleta Tirk a dagirker re lihev kiriye ku Eyn Îsayê radestî hêzên hikumeta Şamê bike û vîna gelê berxwedêr ê ku ji bo parastina axa xwe tê dikoşe bişkîne.”

Her wiha Biro piştrast kir ku bi saya vîna gel, berxwedana şervanên QSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelek serkeftin pêk hat û gelek destkeftî hatin bidesxistin.

Şêniyê bi navê Ednan Ebas girêdayî rola Rûsyayê li herêmê got: “Li ber çavên Rûsyayê Eyn Îsa tê topbarankirin, gelo çima bêdeng e?”

Ebas diyar kir ku di êrişa li dijî Eyn Îsayê û hemû binpêkirinan de Rûsya hevkarê dewleta Tirk a dagirker e.

Ebas di dawiyê de ev yek da xuyakirin: “Baweriya me bi hêzên me yên leşkerî û vîna gelê me heye. Em ê li ber xwe bidin û dê nehêlin herêmeke din were dagirkirin.”

Şêniya bi navê Reca Mihemed jî bi bîr xist ku gelên herêmê dê li qadan bin û çalakiyan li dar bixin, heta ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestin û wiha domand: “Em ê li hemberî dewleta Tirk a dagirker û her kesê ku hewl dide ewlehiya me têk bibe, bêdeng nemînin.”

Reca Mihemed di dawiya gotinên xwe de bang li partiyên Kurd kir ku bibin yek, ji ber ku yekitî rêya tekane ya rawestandina wan êrişan e.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BDnmwrOodUk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>