Şêniyên Şengalê di roja 26`an de çalakiya xwe didomînin

Çalakiya ku şêniyên Şengalê ji bo piştgiriya asayîşa Êzidxanê dabûn destpêkirin di roja 26`an de didome. Şêniyan dan zanîn ku heya daxwazên wan pêk neyên ew çalakiya xwe berdewam bikin.

Şêniyên Şengalê di roja 26`an de çalakiya xwe didomînin
27 kanûn, 2020   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 26`an de didome .Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran nîşand didin.

Çalakvanan duh jî li dijî helwesta hêzên Iraqê, kon veguhestin ser rêya giştî ya ku di ber asayîşê re derbas dibe.

Li ser veguhestina cihê kon, hêzên Iraqê xwestin ku kon ji ser rê rakin, lê çalakvanan ev yek qebûl nekir.

Têkildarî mijarê di navbera çalakvanan û hêzên Iraqê de hevdîtin hatin kirin. Li aliyê din beşek çalakvan jî li ber deriyên Asayîşa Êzidxanê kom bûn, her wiha li pêşiya kon jî agir hate pêxistin. Şeva xwe li ber Asayîşa Şengalê derbas kirin û piştî hevdîtinê çalakiya xwe berdewam kirin.

Ciwanê bi navê Bawer Êzidxan bang li ciwanan kir ku piştgiriya çalakiya wan bikin û diyar kir ku heta ku daxwazên wan pêk neyên wê çalakiya wan berdewam dike û got;”Weke ciwan em ê xwe li ser vê xakê feda bikin û em ê li ber xwe bidin.”