Li Amerîkayê êrişeke çekdarî

Di encama êrişeke çekdarî de li klubekê li wîlayeta Illinois a Amerîkayê 3 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li Amerîkayê êrişeke çekdarî
27 kanûn, 2020   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên wîlayeta Illinois a Amerîkayê ragihand ku duh bi şev li kluba Buling çekdarekî gule reşandin û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Serokê polîsên bajar Rockford Dan O`Shea got wan yekser kesek ku têkiliya wî bi bûyerê re heye, girtiye.

Beriya bûyera gulereşadinê bi rojekê, li bajarê Nashville yê wîlayeta Tennessee erebeyek hate teqandin. Di encamê de 3 kes birîndar bûn û zirar li dehan avahiyên li navenda bajêr çêbû.

(şx)