Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2020`an de; êrişên domdar û pêşketinên dîplomatîk û xizmetguzariyê

Di sala 2020`an de jî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nesekinîn, li hemberî vê yekê li hundir û derveyî welat gavên dîplomatîk hatin avêtin û ji bo herêmê gelek xebatên xizmetguzarî pêk hatin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2020`an de; êrişên domdar û pêşketinên dîplomatîk û xizmetguzariyê
27 kanûn, 2020   01:11
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Sala 2020`an ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê saleke dagirtî bû, tevî peymanên bi Rûsya û DYA`yê re êrişên artêşa Tirk bi dawî nebûn. Her wiha operasyonên hêzên ewlekariyê li dijî şaneyên DAIŞ`ê dewam dikin û di qada xizmetguzarî û diplomatîk de gavên giring pêk hatin.

GIRÎNGTIRÎN GEŞEDANÊN SIYASÎ

26`ê Çileya 2020`an bi sernavê "Xurtkirina rêbazên demokratîk û beşdariya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê" li navçeya Amûdê kongreyek li dar ket û tê de aliyên siyasî beşdar bûn. Di kongreyê de bal kişandin ser destûr û sedemên nebeşdarbûna şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteyê re.

11`ê Sibatê, Însiyatîfa Parastina Mafnasiyê û Komîteya Belgekirina Sûcên Qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, ragihand ku zêdetirî 117 hezar kesî li dijî sûcên artêşa Tirk îmze kirin û ev sûc şermezar kirin û ji bo li pêşberî dadgehên navneteweyî sûcdar were cezakirin, pêşkêşî rêxistinên peywendîdar kirin.

20`ê Sibatê, Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Hevgirtina pêkhateyan nasnameya xwe ya azad rêya yekitiya neteweyî ye" li bajarê Hesekê panelek li dar xist.

22`ê Sibatê, NY`yê pêşniyar kir ku dergeha Girê Spî ya di navbera sînorê Sûriye-Tirkiyê de ji bo derbaskirina alîkariyên ji sivîlên Bakur û Rojhilê Sûriyê, were bikaranîn. Têkildarî vê yekê endamê Hevserokatiya Desteya PYD`ê Aldar Xelîl got di bin navê mirovahiyê de, ev pêşniyar eşkere piştgiriyê dide planên dewleta Tirk ên li Sûriyê.

24-25`ê Sibatê, PYD`ê bi dirûşma "Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokrat ava bikin" 8`emîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de 600 delege beşdar bûn û li wir Enwer Muslim û Eyşê Hiso ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.

3`yê Gulanê, bi dirûşma "Însiyatîfa gel ji bo yekitiya gelê Kurd" aliyên civaka Rojava însiyatîfa piştgiriya yekitiya kurdî ragihand.

25`ê Tîrmehê, bi dirûşma "Sûriyeke demokratîk û nenavendî, xurtkirina Rêveberiya Xweser û QSD`ê" li bararê Reqayê, Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Idlibê yekemîn kongreya xwe li dar xist.

29`ê Tebaxê, Partiya Sûriya Pêşerojê bi beşdariya 315 delegeyan li bajarê Reqayê kongreya xwe ya giştî li dar xist, di kongreyê de Sîham Dawûd ji bo Sekreteriya Giştî ya partiyê hate hilbijartin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya Sîham şehîd Hevrîn Xelef a ku çeteyên artêşa Tirk di Cotmeha 2019`an ew şehîd xist, sekreter bû.

4`ê Nîsanê, Meclisa Sûriya Demokratîk li bajarê Qamişloyê di civîneke çapemeniyê de komîteyek ji bo şopandina dosyayên girtî û kesên revandî yên li Sûriyê ava kir.

18`ê Gulanê, partî û tevgerên li Rojava bi armanca mîsogerkirina yekitiya kurdî li bajarê Qamişloyê, civînek li dar xist û bi navê "Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd" sîwaneke siyasî ava kir.

10`ê Hezîranê, bi beşdariya komîteya erkdar û fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî û şêwirmendê Amerîkayê William Roback, qonaxa duyemîn a diyalogên kurdî-kurdî li dar ket û di dawiyê de bi ragihandina formeke siyasî ya hevbeş hate ragihandin.

17`ê Hezîrê, li paytexta Awisturyayê Viyanayê kongreyk li dar ket û tê de Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê tevlêbûna xwe ji Meclisa Sûriya Demokratîk re eşkere kir.

14`ê Îlonê, bi rêya online civînek di navbera nûnera taybet a sekretera giştî yê NY`yê yê Karûbarên Zarokan û Şerê Çekdarî û Fermandariya QSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilê Sûriyê civînek li dar ket.

Meclisa Sûriya Demokratîk li bajarên Bakur û Rojhilê Sûriyê ji bo lidarxistina Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîrê û Firatê ku di 25`ê Mijdarê de li Hesekê û bi beşdariya 300 nûneran bi rê ve çû, 13 panel di navbera meha Îlonê û Cotmehê de li dar xistin.

Di kongreyê de behsa diyalogên sûrî-sûrî, awayê beşdariya ji projeya siyasî re, dawîkirina dagirkeriyê û terorê, pêşxistina Rêveberiya Xweser, misogeriya azadiyê, mafan, pêkanîna qanûnan, pêkanîna adaleta civakî, wekhevî û vegera ewlehiyê, da ku koçber vegerin malên xwe, bidawîkirina hemû awayên guhartina demografiya herêmê, girtiyên siyasî serbest werin berdan û çarenûsa kesên hatine revandin, were diyarkirin.

Beşdaran der barê bernameyê de li hev kir û tê de 16 bend hatin diyarkirin, her wiha komîteyeke şopandinê ji bo armancan bişopîne hate avakirin. Komîteyê civîna xwe ya yekemîn di 30`ê Mijdarê de li dar xist, 3 komîte ava kirin da ku çavdêriya xebata komîteyan û desteyên Rêveberiya Xweser bike.

ŞANDEYÊN DÎPLOMATÎK SERDANA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DIKIN

12`ê Sibatê, Rêveberiya Xweser û nûnerê Amerîkayê William Roback li hev civiyan, tê de geşedanên dawîn ên qadên siyasî û aborî yên li herêmê nîqaş kirin.

18`ê Sibatê, endamê Senatoya Amerîkayê û serokê Komîteya Çekdarî ya Kongreyê Ralph Abraham bi Mezlûm Ebdî re civiya.

23`yê Sibatê, şandeyeke Belçîkî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şande ji endamê Parlamantoya Belçîka Georges Delmeneche û serokê Rêxistina Qurbaniyên Terorê li Fransa û Belçîkayê Philippe FastenScape û çend rojnemevanan pêk dihat.

29`ê Nîsanê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi 14 partî û hêzên kurdî yên li Bakur û Rojilatê Sûriyê re civiya.

7`ê Tîrmehê fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî pêşwaziya Fermandariya Hêzên Rûsya yê li Sûriyê kir û behsa dozen hevbeş û binpêkirina dewleta Tirk ji peymanan re kirin, her wiha di 10`ê Tîrmehê jî Fermandariya QSD`ê Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê general Kenneth Mackenzie pêşwazî kir.

15`ê Îlonê, şandeyeke brîtanî bi serokatiya nûnerê taybet ê Brîtanyayê yê li Sûriyê Martin Longden serdana herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê kir.

17`ê Cotmehê, şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Swêdê serdana herêmê kir û bi rayedarên Rêveberiya Xweser re rêzehevdîtin li dar xistin.

22`yê Cotmehê, şandeyeke Komara Albanyayê bi serokatiya balyoz Mark Xerîb serdana herêmê kir.

28`ê Cotmehê, şandeyeke Komseriya Azadiyê Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê serdana herêmê kir û li herêmên Rêveberiya Xweser hevdîtin pêk anîn.

26`ê Cotmehê, şêwirmendê serokê hikumeta Ozbekistanê û balyozê Ozbekistanê yê berê yê li Rûsyayê Mehirdîn Xêradînov serdana Bakur û Rojhilê Sûriyê kir.

4`ê Kanûnê şandeyeke belçîkî serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, paşê 7`ê heman mehê de şandeyeke Tacikistanê serdana herêmê kir.

17`ê Kanûnê, şandeyeke Fînlandiyaê serdana herêmê kir.

Di dema serdana hin şandeyan de Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiy Xweser 200 zarok û 29 jin ji jinên DAIŞ`ê radestî wan şandeyan kirin da ku vegerin welatên xwe. Piraniya wan ev dewlet bûn: Rûsya, Fransa, Norwêc, Kanada, Albanya, Efganistan, Ozbekistan, Brîtanya.

GERÊN DÎPLOMATÎK ÊN LI DERVE

Şandeyên ji Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser li derveyî welat gelek ger pêk anîn û behsa rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

30`ê Çileyê şandeyeke Rêveberiya Xweser bi wezîrê karên derve yê Fînlandiyayê Beka Havisto re civiya.

13`ê Sibatê, li navenda wezareta Norwêcê şandeyeke siyasî ya MSD`ê û Rêveberiya Xweser bi cîgirê wezîrê karên derve yê Norwêcê Udon Halvorsen, nûnerê taybet bi dosyaya Sûriyê û Iraqê Knut Elif Lane û şêwirmendê Beşa Aştiyê û Lihevanînê Andreas Clobrandsen re civiyan.

Di heman rojê de şandeyê hevdîtinên xwe berdewam kirin û li paytext Stockholmê bi rayedarên hikumeta Swêdê re civiya.

19`ê Sibatê şandeyeke Rêveberiya Xweser li avahiya Wezareta Karên Derve ya li Brukselê bi Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê civiya.

26`ê Sibatê li Cinêvê bi beşdariya nûnerên dewletên Ewropayê, akademîsyan û şandeya Bakur û Rojhilê Sûriyê, civînek li dar ket û tê de behsa projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û darizandina çeteyên DAIŞ`ê hate kirin.

16`ê Tîrmehê, sekreterê giştî yê Komkara Erebî Husam Zekî li navenda zanîngehê, li Misirê pêşwaziya nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk Sîhanok Dîbo kir.

31`ê Tebaxê, Meclisa Sûriya Demokratîk û Partiya Vîna Gel di civîneke çapemeniyê de ku li Moskovê li dar ket, muzakereyeke hevbeş îmze kir, paşê her du alî bi Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re civiyan.

14`ê Cotmehê serokê Amerîkayê Donald Trump rewşa awarte ya têkildarî rewşa Bakur û Rojhilê Sûriyê ji bo salekê dirêj kir, di heman demê de Tirkiye wek berbirsa xetereya li hemberî sivîlan û gefên li ewlehiya neteweyî û siyasî ya DYA`yê ragihand.

Bi rasthatina mewsima zeytûnan re artêşa Tirk a dagirker dest bi talankirina hilberîna zeytûnên Efrînê kir û hin çavkaniyan eşkere kir ku artêşa Tirk derdora 90 hezar ton zeytûn talan kir û li DYA`yê û dewletên Ewropayê firot.

Bi gurbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Eyn Îsayê re, Meclisa Leşkerî ya Girê Spî di 9’ê Kanûnê de ragihand ku wan lihevkirinek bi artêşa Rûsya, hikumeta Şamê re li ser rêya M4 çêkiriye, di wê lihevkirinê de, nuqteyên çavdêriyê yên hevbeş hatine avakirin.

Tevî van êrişan, lê QSD’ê hemleyên xwe yên ewlehiyê yên serdegirtina şaneyên DAIŞ’ê berdewam kirin. QSD’ê hemleyeke leşkerî ya berfireh li gundewarên Hesekê û Dêrazorê bi navê "Têkbirina Terorê" di 4’ê Hezîranê de ragihand û 6 rojan dom kir. Hemle bi girtina 110 çeteyan bi dawî bû. Merheleya duyemîn di 17’ê Tîrmehê de dest pê kir û tê de 31 çete hatin girtin.

GIRTINA ŞANEYÊN ÎSTIXBARATÎ

19’ê Nîsanê, Yekîneya Antîterorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê şaneyeke girêdayî MÎT’a Tirk girt. Wê şaneyê kiryara qaçaqiya çekan ji herêmên dagirkirî ber bi herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gihandina ji şaneyên veşartî yên li herêmê dikir.

6’ê Nîsanê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaneyeke di nava saziyên Rêveberiya Xweser de ku ji 5 kesan pêk tê, girt.

7’ê Gulanê, Yekîneya Antîterorê berpirsê darayî yê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê girt.

21’ê Gulanê, yekîneyên hêzên taybet ên QSD’ê, şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ’ê ku serçeteyê wê li herêma Serêkaniyê ya dagirkirî ye, girt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke îstixbaratî ya bi 6 kesan a girêdayî MÎT’a Tirk, girt.

30’yê Hezîranê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn endamên koma girêdayî çeteyên dewleta Tirk ên ku sûcên sîuqastkirinê li gundewarên Şedadê pêk anîne, girtin.

28’ê Tîrmehê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaneyeke veşartî ya yekser girêdayî MÎT’a Tirk, girt.

4’ê Tebaxê, QSD’ê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemleyeke paqijkirinê li gundewarên Dêrazorê dest pê kir. Ew hemle piştî rewşên sîuqastkirinê ku şaneyên veşartî li dijî şêniyên herêmê kirin, pêk hat.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi rêya operasyonên ewlehiyê gelek sîxurên ku hikumeta Şamê Ii herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar anîne, girtin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgeha Xiwêran a Hesekê gelek tevlihevî çêkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan 700 hewldanên revê, qaçaxçitiya jin û zarokên DAIŞ’ê ji kampa Holê îsal bi bin xistin û 100 kesên beşdarî hewldanên qaçaxiyê bûne, girtin.

XIZMETGUZARÎ

13’yê Çileyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de girîngî da piştevaniya beşên stratejîk mîna tenduristî, çandinî, perwerde û xizmetguzarî. Li ser wê jî, di 26’ê Çileyê de, komîteyeke biçûk ji aborînas û rêveberan ku erka wan qelskirina aloziya aborî û girtina tedbîrên lezgîn e, hat avakirin.

Desteya enerjiyê projeyeke mezin a kehrebeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li stasyona Cibse ya rojhilatê navçeya Şedadê bi lêçûna 60 milyon dolar amade kir, ew proje ji bo dayîna kehrebeyê ji herêma başûrê Hesekê re ye.

20’ê Çileyê, Gerînendetiya Zimhêrê ya Kobanê navendeke firotina madeyên xwarinê bi bihanyên kêm, vekir.

26’ê Çileyê, Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê, navendeke radyolojî û rezonansa magnatîk li Qamişloyê vekir.

13’yê Sibatê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê dest bi konvedana yekemîn li kampa Cidîdet Hemer a taybet bi koçberên Idlibê kir û bi wê re bi hezaran koçber pêşwaz kirin.

17’ê Sibatê, Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê, beşa çavan li Nexweşiyan Dil û Çavan piştî amadekirina alavên nû û kadroyên bijîşkî yên pispor, aktîf kir.

Torên kehrebeyê û ji nû ve dayîna kehrebeyê li taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê yên Helebê piştî 7 salan ji qutkirinê, hatin sererastkirin.

Tîma Destwerdana Lezgîn a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê zêdetirî 5 hezar û 900 cenaze ji 25 gorên komî yên li bajarê Reqa û gundewarên wê rakirin.

20’ê Tîrmehê, Desteya Çand û Hunerê Pêşangeha Şehîd Herekol a 4’mîn a pirtûkan li Qamişloyê bi beşdariya 30 weşanxaneyan li dar xist.

4’ê Tebaxê, Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê 5 alavên keşfkirina vîrusa koronayê ji cureya PCR û 500 KIT ji rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê ya li Ewropayê wergirtin.

Komîteya Firin û Aşan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê aşê navendî li herêmê vekir.

16’ê Tebaxê Meclisa Kantona Hesekê bi hevkariya bi Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Cizîrê ragihand ku kampa Serêkaniyê ji bo pêşwazîkirina koçberên li dibistanan, vekir da ku dibistan ji koçberan vala bibe.

21’ê Îlonê, çalakiyên Mîhrîcana Lîlon a Navneteweyî ya Fîlman li Kampa Berxwedan a Şehbayê dest pê kirin, her wiha komîteya ji derhêner û nivîskarên cîhanê çavdêriya wê dikir.

Îsal kehrebe gihaşt ji zêdetirî ji sedî 65’ê bajarê Reqayê.

Şêniyên navçeya Şêran a rojhilatê Kobanê yek ji du peykerên şêran ên dîrokî ku hikumeta Şamê ji beriya salan ve veguhastibûn Reqayê, vegerandin. Lê peykeran bi dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê ya bajarê Reqayê, gelek zirar dît.

Îsal, nêzî 4 hezar û 550 koçber ji kampa Berdereş a li Başûrê Kurdistanê bi rêya dergeha Sêmalkayê vegerîn Rojava.

45 hezar endamên HPC û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina mewsima genim û cih ji şewatan, hatin erkdarkirin.

10’ê Cotmehê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryar da ku malbatên sûrî yên ku dixwazin ji kampa Holê derkevin, bihêle vegerin.

Zanîngeha Rojava, Beşa Lêkolînên Bilind a Zanistê, bi armanca bilindkirina asta mamosteyan vekir.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê, kevirê destpêkê yê xebatên projeya sererastkirina Nexweşxaneya Hecîn a Giştî û Ebû Hemam a li gundewarên rojhilatê Dêrazorê danî.

23’yê Cotmehê, kongreya 5’emîn a Yekitiya Ragihandina Azad li Qamişloyê li dar ket. Di kongreyê de hevserokatiya yekitiyê û 17 endamên meclisa wê hatin hilibijartin.

PÊŞÎLÊGIRTINA VÎRUSA KORONAYÊ

14’ê Adarê, Desteya Tenduristiyê rewşa awarte li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina vîrusa koronayê ragihand. Di 20’ê heman mehê de, Desteya Tenduristiyê li gel Peymangeha Swêdê PEAS eşkere kir ku amûra testê yan jî KIT ji bo keşfkirina vîrusa Koronayê vedîtine.

Ji tedbîrên pêşîlêgirtina vîrusa koronayê, desteyê îsal gelek qedexe ragihandine. Her wiha li her bajarekî navendên karantînayê ava kirin, li Hesekê jî navenda Covid-19’ê ava kiriye.

Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê waneyên oline ji 789 hezar û 225 xwendekarî re bi rêya waneyên li ser kanala ROJAVA ya taybet bi Rêveberiya Xweser, organîze kir.

21’ê Adarê, dewleta Tirk a dagirker av li ser Hesekê qut kir, her wiha UNICEF’ê piştrast kir ku dewleta Tirk jiyana 460 hezar kesî xistiye xetereyê û diyar kir ku ew bikaranîna avê ji bo pêkanîna destkeftiyên siyasî û leşkerî red dike. Li gel wê jî rêxistina Human Rights Watch (HRW) daxuyand ku qutkirina avê dê aloziya mirovî kûrtir bike û dê kedên rêxistinên mirovî ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê qels bike.

Di Nîsanê de, Gerînendetiya Avê ya Hesekê kolandin û amadekirina 13 bîrên avê ji eslê 50 bîrî bi dawî kir, ew jî projeyek alternatîf a dabînkirina ava vexwarinê ji şêniyên Hesekê re ye ku piştî ku dewleta Tirk ava stasyona Elokê ya li herêma Serêkaniyê ya dagirkirî, li ser şêniyan qut kir.

Di Çileyê de, Rêveberiya Xweser hinardekirin û qeçaxiya pez li derveyî herêmê, bi sedema bihabûna nirxê dolar li hember lîreya Sûriyê, qedexe kir.

20’ê Sibatê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser 2 qanûnên betlaneyên fermî û qaçaxiya ji herêmên rêveberiyê, erê kirin.

17’ê Gulanê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser efûyeke giştî ji tevahî sûcên beriya 17’ê Gulanê re derxist, her wiha li rexê wê jî efûyeke din di 10’ê Cotmehê de derxist.

18’ê Hezîranê, Rêveberya Xweser biryar da ku mûçeyên karkerên di saziyên wê de bi rêjeya ji sedî 150 zêde bike.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê perspektîfên leşkerî dan û tê de tê piştrastkirin ku ji erkên wan e parastina dibistan, cihên perwerdê û parastina zarokan bikin. Her wiha tevahî dibistan vala kirin û hevkarî bi nûnera taybet a sekreterê ya girêdayî zarok û şerê çekdar de kir, bi wê re jî Meclis Leşkerî ya Dêrazorê dibistanên li herêmê vala kirin.

6’ê Cotmehê, Çavdêriya Giştî ya girêdayî Rêveberiya Xweser hat aktîfkirin.

15’ê Cotmehê, Komîteya Girtiyan ragihand ku 631 girtiyên ku bi terorê hatine tawanbarkirin, hatin berdan. Ew girtiyên hatine berdan destên wan di xwîna sûrî de tune bû û tu sûc nekiribûn.

16’ê Mijdarê, Rêveberiya Xweser a Cizîrê Hindirîn Sîno ji bo hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Hediye Elî ji bo hevseroka Desteya Aborî û Çandiyê erkdar kirin. Her wiha hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hisên Ezam îstîfaya xwe da.

VEKIRINA NIVÎSGEHÊN PARTIYÊN SIYASÎ

8’ê Sibatê ji nû ve PDK-S nivîsgeha xwe li Dêrikê vekir, ew jî piştî Rêveberiya Xweser ragihand ku partî dikarin çalakiyên xwe yên siyasî bêyî wergirtina ruxsetan bikin, pêk hat. Ev yek di çarçoveya pêkanîna yekitiya nîştimanî ku wek bersiva însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî pêk hat.

ENKS’ê ji nû ve nivîsgeha xwe li Kobanê vekir.

14’ê Adarê, PDK-S’ê nivîsgeha xwe li navçeya rojhilatê Qamişlo vekir.

19’ê Hezîranê, Partiyên Yekitiya Demokratîk a Kurdistanê nivîsgeha xwe li Qamişloyê vekir.

(eh-fr)

ANHA