Kongreya Star şaxê Lubnanê nerazîbûn nîşanî girtina Leyla Guven da

Kongreya Satar şaxê Lubnanê bi daxuyaniyekê cezayê girtinê yê li dijî têkoşer Leyla Guven hatiye birîn şermezar kir û diyar kir ev ceza berdewamiya siyaseta destpotîzma hikumeta AKP`ê nîşan dide.

Kongreya Star şaxê Lubnanê nerazîbûn nîşanî girtina Leyla Guven da
26 kanûn, 2020   20:54
BEYRÛT

Bi dehan endamên Kongreya Star şaxê Lubnanê kom bûn û bi daxuyaniyekê girtina hevseroka KCD û parlamentra Colemêrgê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de endaman binçavkirina Leyla Guven şermezar kir û diyar kir ku cezayê girtinê yê 22 salan li dijî Leyla Guven qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Endamên Kongreya Star piştgiriya xwe ji tevahî jinên têkoşer li gelemperiya Rojhilata Navîn nîşan da û cezayê li dijî Leyla Guven wekî berdewama siyaseta serdestiyê ku hikumeta AKP`ê dide meşandin, destnîşan kir.

Her wiha destnîşan kirin ku armanca vê cezayê şikandina vîna gel e, nexasim vîna jinên berxwedêr û têkoşer e û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku sûcên dermirovî yên li dijî têkoşerên di girtîgehan bi dawî bikin.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iik5ZyIF8js" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>