​​​​​​​` Yek ji armanca dewleta Tirk hilweşandina rêxistinên jinan e`

Jinên Kurd diyar kirin ku yek ji armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku fikira netewa demokrat û rêxistinên jinan li Rojavayê Kurdistanê, tune bike.

​​​​​​​` Yek ji armanca dewleta Tirk hilweşandina rêxistinên jinan e`
27 kanûn, 2020   03:13
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Piştî ku dewleta Tirk a qirker û çeteyên girêdayî wê bajarê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û malên şêniyên wê wêran û talan kir, êrişên xwe li dijî navçeya Eyn Îsayê zêde kir.

Jinên navçeya Amûdê têkildarî mijarê ji ANHA`yê re axivin.

Nesrîn Paşo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di roja îro de dîroka Osmanî nûjen dike û wiha got: "Em tev dizanin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan ku herêmên Rojavayê Kurdistanê dagir bike, têkbirina fikira netewa demokratîk li Rojavayê Kurdistanê û rakirina rêxistinên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê."

Nesrînê bi domdarî got: "Her çiqasî Erdogan planên xwe gur bike, em jî weke gelê Kurd û hemû pêkhateyên ku li Rojavayê Kurdistanê dimînin û wekî rêxistina jin em ê li hemberî wî rêxistin û berxwedana xwe xurt bikin."

Neda Hesen êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û da zanîn ku ew ê heta dawiyê piştgiriya hêza xwe ya leşkerî bikin. Neda wiha pê de çû: "Navçeya Eyn Îsayê bi xwîna zarokên me hatiye rizgarkirin, em radestkirina wê ji Erdogan re û ji hikumeta Şamê re qebûl nakin. Her wiha ew bazar ku li ser Eyn Îsayê dibe jî qebûl nakin."

Salîha Mistefa jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hovane êrişên xwe dike da ku wan tune bike û wiha domand: "Êrişên ku niha li ser Eyn Îsayê tên kirin bi plana dewletên navneteweyî tên kirin. Em van êrîşan şermezar dikin."

Salîha daxuyand ku heta ku êriş li ser wan bê kirin jî ew ê ji malê xwe dernekevin û wiha domand: "Em ê piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk bikin û ji mala xwe dernakevin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QN_Hy7hhWgI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>