Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Qamişlo

Meşa dirêj a Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê vê êvarê gihaşt bajarê Qamişlo.

Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Qamişlo
26 kanûn, 2020   19:34
QAMIŞLO

Meşa dirêj a Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dirûşmeya "Em ê teqez bi ser bikevin" 24`ê vê mehê li bajarê Til Temirê dest pê kir.

Meş bi armanca şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nêzîkatiyên PDK û tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

Meş vê sibehê ji navçeya Amûdê dest pê kir û vê êvarê gihaşt bajarê Qamişloyê.

Şêniyên bajarê Qamişlo li qada yarîgeha 12'ê Adarê ya bajarê Qamişlo pêşwaziya ciwanan kirin.

Tê payîn ku meş sibe ji çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo ber bi navçeya Tirbespiyê  ve dewam bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/S6qX8tgiPSI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>