Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê ciwanek qetil kir

Çeteyên Firqet El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundewarê Serêkaniyê ciwanek qetil kir.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê ciwanek qetil kir
26 kanûn, 2020   16:38
HESEKÊ-DIYAR EMMED

Li gorî agahahiyên ku çavkaniyên taybet ji gundê Xirbet Hemîd "Hemîd" ê dikeve rojhilatê bajarê Serêkaniyê dane, di 24`ê mehê de û di saet 21:00 çeteyên Firqet Hemzat girtin ser gundê Hemîd.

Çavkaniyê diyar kirin ku çeteyan ciwanê bi navê Yehya El-Îsa revandin û birin cihekê ne diyar.

Her wiha destnîşan kir ku şêniyan duh sibeha cezaneyê Yehya Îbrahîm El-Îsa li derdora gund dîtine û da zanîn ku El-Îsa bi çend guleyan hatiye kuştin.

Heman çavkanî piştrast kir ku şêniyên gund û eşîra Qeracinê  têkildarî kuştina El-Îsa û sûcên domdar ên dagirkeran vê sibê civîneke li dar xist.

(eh)

ANHA