Di tûrnûveya tekwondo ya jinan de tîma Roj bi ser ket

Di tûrnûveya tekwondo ya jinan a li ser asta herêma Cizîrê hatibû organîzekirin de, tîma Roj bi ser ket.

Di tûrnûveya tekwondo ya jinan de tîma Roj bi ser ket
Di tûrnûveya tekwondo ya jinan de tîma Roj bi ser ket
Di tûrnûveya tekwondo ya jinan de tîma Roj bi ser ket
Di tûrnûveya tekwondo ya jinan de tîma Roj bi ser ket
Di tûrnûveya tekwondo ya jinan de tîma Roj bi ser ket
Di tûrnûveya tekwondo ya jinan de tîma Roj bi ser ket
26 kanûn, 2020   15:48
HESEKÊ

Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê bi dirûşmeya "Em ê teqez bi ser bikevin" û bi beşdariya 8 tîmên ji herêma Cizîrê, tûrnûveya tekwondo a jinan li dar xist.

Tîmên Roj, Salar, Nadî Berxwedan, Dêrik, Cûdî, ciwanên Hesekê, navenda Nicûm a Hesekê û Dêrikê  beşdarî tûrnûveyê bûn.

Gerînendeyê Tûrnûveyê yê herêma Cizîrê ya ji bo jinên tekwondo hatiye lidarxistin, Dilyar Hisên got ku armanca wan ji vê tûrnûveyê bilindkirina asta lîstikvanan û pêşxistina tekwondo li Rojava ye.

Çalakiya tûrnûveyê li hola Senabil a bajarê Hesekê bi dawî bû. Tîmên beşdarî du berhem (xeyalî û şer) pêşkêş kirin.

Tûrnûve bi serketina tîma Roj bi  dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CYhW4t7ALnE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>