Dara sersalê li Kobanê hate şewitandin

Şaredariya Gel a Kobanê diyar kir ku bûyera şewitandina dara sersalê duh êvarê bi “zanabûn” pêk hatiye û tekez kir ku dê îro darê ji nû ve çêbikin.

Dara sersalê li Kobanê hate şewitandin
26 kanûn, 2020   12:46
KOBANÊ

Beriya çend rojan li Kobanê yekem car dara sersalê li qada Şehîd Egîd hate danîn. Nivîsgeha Jin a Şaredariya Gel ji bo pêşwazîkirina sala nû projeya darê pêk anîbû û gel pir pê kêfxweş bûbû.

Şêniyên Kobanê vê sibehê li ser şewitandina darê çavên xwe vekirin. Bûyer rastî nerazîbûna gel hat.

/kr/uploads/files/2020/12/26/124731_122522_rwshn-abdy.webp

Hevseroka Şaredariya Gel a Kobanê Rewşen Ebdî ji cihê bûyerê ji gelek dezgehên çapemeniyê re daxuyand ku hin dest li pişt vê bûyerê hene û têkildarî bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsînana kirine.

Rewşen Ebdî mixabiniya xwe li ser şewitandina darê anî ziman û tekez kir ku dê şaredarî hewl bide heta dawiya şeve darê ji nû ve çêbike.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4AeWoMnBeIw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>