Hêzên ewlehiyê yên Iraqê şaneyeke terosîst ku amadekariya êrişan dikir girt

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê îro xwekujekî ku amadekariya êrişan di pîrozbahiyên sersalê de li Bexdayê dikir, girt.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê şaneyeke terosîst ku amadekariya êrişan dikir girt
26 kanûn, 2020   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên ewlehiyê bi dauxyaniyekê ku tora Sumeriyê News kopiyek jê bi dest xist, wiha got: “Hêzên ewlehiyê li parêzgehên Selaheldîn û Diyale 4 endamên şaneyeke terorîst û di nav de xwekujekî ku amadekariya êrişan di pîrozbahiyên sersalê de li Bexdayê dikir, girtin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Kesên hatine girtin li xwe mikur hatin ku wan ji bo têkbirina îstiqrarê û ewlehiyê di pîrozbahiyên sersalê de li Bexdayê, ferman girtine. Ew ji bo aliyên qanûnî yên peywendîdar hatin veguhestin û dê tedbîrên pêwîst der heqê wan de bên girtin.”

(cx)