Kiwêtê êrişeke muhtemel a DAIŞ`ê têk bir

Çavkaniyên ewlehiyê yên Kiwêtê bi bîr xistin ku saziyên ewlehiyê êrişeke muhtemel a ku çeteyên DAIŞ`ê hewl didan di sersala nû de li dijî navend û cihên olî pêk bînin, têk bir.

Kiwêtê êrişeke muhtemel a DAIŞ`ê têk bir
26 kanûn, 2020   12:29
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan got ku saziya ewlehiya ya Kiwêtê 6 kesên ku têkiliyên wan bi çeteyên DAIŞ`ê re hene girtin.

Li gorî rojnameyek kiwêtî, ji lêpirsînên bi şaneyê re diyar bû ku kurê parlamenterekî berê yê Meclisa Ume berpirsa leşkerkirina ciwanan e û wî hevalên xwe xapandine.

Li gorî heman rojnameyê, ji wan kesan hatiye xwestin ku di şeva sersala nû de, êrişî navendên olî û mizgeftan bikin.

(şx)