Meclisa Malbatên Şehîdan: Girtina Leyla Guven derqanûnî ye

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê bang li rêxistinên hiqûqî û parêzvanên azadiyê kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk erkên xwe bînin cih û wan bidin rawestandin.

Meclisa Malbatên Şehîdan: Girtina Leyla Guven derqanûnî ye
26 kanûn, 2020   12:07
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina siyasetên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî jinan li Rojava û Bakurê Kurdistanê, girtina hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê daxuyaniyek da raya giştî.

Bi dehan dê û bavê şehîdan li qada Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Hêvî Sîd bi zimanê Kurdî û endamê meclisê Ubêd Ate bi zimanî erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê piştgiriya Leyla Guven dike û hewl dide sûcên dermirovî yên hikumeta AKP`ê bi serkêşiya Erdogan ên li dijî jinên çalakvan, parlamenter û siyasetmedar ragihînin raya giştî.

`DEWLETA TIRK SÛCÊN XWE YÊN LI DIJÎ JINAN DIDOMÎNE`

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi armanca rêgirtina li pêşiya têkoşîn û berxwedana jinan, hîna sûcên xwe yên li dijî jinan bi taybet jinên têkoşer, yên birêxistinkirî û yên ku rolek çalak di civakê de dilîzin, didomîne.

Her wiha hate gotin ku Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo bidawîkirina tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan û tevahiya girtiyên siyasî û parlamenteran hatiye ferzkirin, nemaze girtina nerewa û derhiqûqî ya parlamentera Kurd Leyla Guven, dê asta têkoşîn û berxwedana xwe mezin bike.

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Malbatên Şehîdan bang li tevahiya gelên Kurdistanê kir ku ji bo rêgirtina li pêşiya sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker tev li berxwedanê bibin û asta têkoşînê mezin bikin.

(şx)

ANHA