Wezîrê Parastinê yê Tirkiyayê li Lîbyayê ye

Di demeke ku nakokiyên navbera Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê û komên çekdar ên girêdayî hikumeta Wîfaq a Lîbyayê gur dibin, Wezîrê Parastinê ya Tirkiyayê Hulusi Akar gihîşt Terablusê.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyayê li Lîbyayê ye
26 kanûn, 2020   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP'ê ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyayê Hulusi Akar îro tevî efserên leşkerî yên payebilind gihaşt Terablus da ku rewşa artêşa Tirk li wê derê bişopînin.

Piştî ku Fermandarê Artêşa Lîbyayê Hefter bang li şervanên xwe kir ku hêzên dewleta Tirk ji bajêr derxînin û agahî hatin belavkirin ku hikumeta Wîfaqê hêza xwe li eniyên şer kom dike, Hulusi Akar hate Lîbyayê.

Dazgehên çapemeniyê destnîşan kir ku Akar dê serdana fakulteya şer li herêma El-Hedbe bike da ku beşdarî şahiyeke leşkerî bibe.

(dm)