Cîgirê fermandarê Feyleq El-Qudis: Dê Washington du derbeyên din bixwe

Cîgirê fermandarê Feyleq El-Qudis ê girêdayî Pasdqarên Îranê Mihemed Hîcazî soza tolhildana Qasim Suleymanî da û destnîşan kir ku dê Washington du derbeyên din bixwe.

Cîgirê fermandarê Feyleq El-Qudis: Dê Washington du derbeyên din bixwe
26 kanûn, 2020   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Gefên Îranê li dijî Amerîka û sozên tolhildana generale Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî (ku sala par li Iraqê bi êrişeke asîmanî hate kuştin), dewam dikin. Mihemed Hîcazî di daxuyaniyên xwe yên duh de tekez kir ku dê tolhildana bi hêz dewam bike.

Hîcazî wiha doamand: “Elî Xaminî got merasima oxirkirina Suleymanî û êrişa bi moşekan a Îranê li dijî hêzên Amerîka li baregeha Eyn El-Esed a Iraqê pêk aniye, ji bo Amerîkayê du derbe bûn.”

Hîcazî got du dê Amerîka du derbeyên din bixwe, ya yekê têkçûna sîstema Amerîka li herêmê ye ew jî bûyerên niha diqewimin in, ya din jî qewitandina amerîkiyan ji herêmê ye, ku dê ew yek pêk bê. Dê tolhildana bi hêz berdewam bike.

(cx)