Li Fransa û Japonyayê du kes bi cureya nû ya koronayê ketin

Li Fransa û Japonyayê du kes bi cureya nû ya Covid-19 ku li Birêtaniya hatibû dîtin, ketin.

Li Fransa û Japonyayê du kes bi cureya nû ya koronayê ketin
26 kanûn, 2020   10:50
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Şerq El-Ewsat Wezareta Tenduristiyê ya Fransayê duh ragihand ku kesek bi cureya nû a koronayê ketiye ku di vê dawiyê de ji Brîtanayê vegeriyabû bajarê Tours.

Wezaretê bi bîr xist ku hemwelatiya fransî li Brîtanyayê dima û tu nîşaneyê nexweşiyê lê xuya nedikirin. Lê piştî ku ji Londonê di 19`ê Kanûnê de vedigere Fransayê piştî du rojan nîşaneyê nexweşiyê lê xuya bûn.

Li Japonyayê jî hate tesbîtkirin ku kesek bi cureya nû ya koronayê ketiye.

Li Almanyayê jî jinek ku ji Londonê hatiye, bi cureya nû ya koronayê ket. Li Lubnan jî rêwiyek ku ji Londonê hatiye, bi cureya nû ya koronayê ket.

(şx)