Kongreya Star girtina Leyla Guven şermezar kir

Kongreya Star girtina têkoşer Leyla Guven ji aliyê hikumeta Tirk ve şermezar kir û diyar kir ku ev biryar ji bo tunekirina bandora Leyla Guven ku piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 200 rojî deng veda, pêk hatiye.

Kongreya Star girtina Leyla Guven şermezar kir
26 kanûn, 2020   11:11
 HESEKÊ

Hêzên hikumeta Tirk piştî ku cezayê girtinê heta 22 sal û 3 mehan li têkoşer Leyla Guven birî, êvara duşema borî li bajarê Amedê Leyla Guven girt.

Biryara hikumetê ya girtina hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamantera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Colemêrgê Leyla Guven, rastî bertekên tund ên tevgerên jinan ên demokratîk ên li Kurdistanê û derveyî welêt hat.

Têkildarî mijarê, Kongreya Star şaxê Hesekê îro dauxyanek da.

Endama Koordînasyona Kongreya Star şaxê Hesekê Lîlav Hisên li navenda Kongreya Star a li taxa Nasiriyê daxuyanî xwend û bi dehan endamên Kongreya Star û rêxistina Sara tê de amade bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi navê Kongreya Star a kantona Hesekê û hemû rêxistinên jinan û jinên ji hemû pêkhateyan, bi yek dengî em binpêkirinên dewleta faşîst a Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên li dijî jinan û bi taybetî jinên Kurd, şermezar dikin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikumeta Tirk rojane li dijî jinên Kurd û li pêş çavên cîhanê binpêkirinana pêk tîne, mînanka wê yekê hedefgirtina Hevrîn Xelef, Zehra Berkel û bi sedan şehîdên din in ku ji bo azadiya jinan têdikoşiyan.

Her wiha hate diyarkirin ku sala borî têkoşer Leyla Guven ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, zêdetirî 200 rojan di greva birçîbûnê de bû û wiha hate gotin: " Leyla Guven bandoreke mezin li ser tevahî cîhanê kir, ji lewra îro dewleta Tirk wê dike hedef. Beriya vê jî gelek caran bi behaneyên bê bingeh hatibû binçavkirin. Ev nîşan dide ku dewleta Tirk dijmina tevgera jinan e.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de hate diyarkirin ku ew ê li hemberî wan biryaran bêdeng neminin û bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku li hemberî biryarên ne adil bikevin tevgerê û Leyla Guven di zûtirîn dem de azad bikin.

Daxuyanî bi sloganên silvakirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EQSn5k5JR50" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>