HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Heftanînê şehîd bûne eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîla Armanc Welat û Zinarîn Zinar ku 19'ê Cotmehê li qada Boselê ya Heftanînê di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn eşkere kir.

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Heftanînê şehîd bûne eşkere kir
26 kanûn, 2020   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke niviskî nasnameyên 2 gerîlayên ku 19'ê Cotmehê bi êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li ser qada Boselê ya Heftanînê şehîd bûbûn eşkere kir.

HPG'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: ''Hevrêyên me Armanc û Zinarîn di êrîşa hewayî a dewleta TC'ê ya dagirker, ya li ser qada Boselê ya Heftanînê 19'ê Cotmehê tevlî nav karwanên nemiran bûne.

Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Armanc Welat

Nav û Paşnav: Orhan Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Navê Dayikê-Bav: Zelûx – Ehmed

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Hetanîn 19’ê Cotmeha 2020

 Nasnav: Zinarîn Zinar

Nasnav: Selwa Şêx Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Navê Dayikê-Bav: Fatma – Şêx Mihemed

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Hetanîn 19’ê Cotmeha 2020

Li dijî tevgera dagirker a rejîma faşîst a AKP-MHP`ê û hevkarên wê komên Kurd ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, gerîlayên leheng ên Kurdistanê bi berxwedaniyeke dastanî bersiv dane, hemû planên dagirkeriyê pûç kirine û polîtîkayên gemarî yên dagirkeran û komên noker deşîfre kirine. Dewleta TC'ê ya dagriker bi çekên teknolojîk ên herî pêşketî yên ku ji dewletên rojavayî standine û bi seferberiya hemû derfet û delîveyan plansaziya wê daniye ku li dijî gerîlayên azadiyê serfiraziyeke bi erzanî bi dest bixe, daniye ber xwe ku hebûna gerîlayan a li çiyayên Kurdistanê tune bike. Di heman demê de bloka faşîst a AKP-MHP'ê li dijî gelê Kurd hemû nirxên mirovî binpê kiriye û bi rengekî bêsincî bi hemû hêza dewletî êrîş biriye ser gelê me û hewl daye ku vîna azad a gelê me bişikîne. Bêguman ev hemû êrîş bêyî pejirandin û alîkariya dewletên rojavayî nedikarîn bianîne. Li dijî vê koalîsyona gemarî ya li ser gelê Kurd û Tevger Azadiyê hem di qada siyasî û hem di qada leşkerî de gelê Kurd û zarokên wan ên leheng bi yek dengî berxwedaniyeke dastanî danîne holê û çespandine ku tu caran wê teslîmbûnê û dagirkeriyê qebûl nekin. Di şexsê  şehîd Esmer û Rustem de ku di Pêngava Şoreşgerî a Cenga Heftanînê de bi lehengî şer kirin û nemir bûn, bi berxwedaniyeke lehengane li dijî dagirkeriyê perspektîfa têkoşînê danîne. Hevrêyên me Armanc û Zinarîn jî bi perspektîfa şehîdên me yên leheng bûne fedayî û fîşek di dilê dagirker û nokerên wan de çikizîne.

Hevrêyên me Armanc û Zinarîn li Rojavayê Kurdistanê ku bi berxwedaniya xwe cîhan heyranî wê maye jidayik bûne, li derdoreke welatparêz û berxwedêr mezin bûne û şekil girtine. Ev rêz û rêça berxwedanê û dilsoziya li welêt berê hevrêyên me Armanc û Zinarîn daye nav refên gerîlayên azadiyê. Li dijî êrîşên qirker ên dewleta dagirker a TC'ê ya li ser parçeyên Kurdistanê bi şêwazeke fedayî ya Apoyî li ber xwe dane, di eniya berxwedanê de bûne bersiv. Di berxwedana Cenga Heftanînê de bi fedekariyeke mezin, perspektîfa serdemê ya ku Esmer û Rustem danîne holê, bi berxwedana fedayîtiya Apoyî geş kirine û tacîdar kirine. Şêwaza têkoşînê ya hevrêyên me yên şehîdên leheng û giyanê wan ê fedayî yê serdemê, fermana serfiraziya teqez dide me hevrêyên mayî.

Di serî de em ji malbatên hêja ên şehîdên me yên leheng re sersaxiyê dixwazin û  soz didin hemû gelê Kurdistanê yê welatpêz ku heta Rêbertiya Azad, Kurdistana azad ku şehîdên me yên leheng di vê rê de xwe feda kirine, pêk bînin bi biryardariyeke mezin em ê berxwedaniya xwe bidomînin."