Ji bo rêgirtina li pêşiya dewleta Tirk, Îmarat tev li EMGF`yê bû

Ebû Zabî di çarçoveya xebatên rêgirtina li pêşiya çavnebariyên dewleta Tirk ên li herêmê de, ragihand ku ew tev li Foruma Gazê ya rojhilatê Deryayê Spî ya ku navenda wê li Qahîrayê ye, dibe.

Ji bo rêgirtina li pêşiya dewleta Tirk, Îmarat tev li EMGF`yê bû
26 kanûn, 2020   09:54
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El-Monitor a Amerîkayê, Mîrê Ebû Zabî Mihemeb Bin Zayid di 17`ê Kanûnê de bi armanca dan û standina bi serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî re serdana Qahîrayê kir. Di daxuyaniya serokatiya dewleta Îmaratê de hate bibîrxistin ku Îmarat bi sîfeta çavdêr tev li Foruma Gazê ya rojhilatê Deryayê Spî (EMGF) bûye.

Foruma hawîrdorê ya aborî ya Deryayê Spî (EMGF) weke rêxistineke hikumî ya navneteweyî ji aliyê Misir, Îsraîl, Yewnanistan, Qibris, Îtalya, Urdin û Filistînê ve hate avakirin. Avakerên forumê armanc dikin ku dan û standinên di navbera dewletên Deryayê Spî de yên girêdayî derxistina gaza xwezayî, hevkariya di gelek dozên enerjiyê de û avakirina xeteke gazê di bin deryayê re ji bo veguhestina gazê ji başûrê Ewropayê re, hêsan bikin.

Fransa daxwaznameya tevlêbûna forumê pêşkêş kir, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Yekitiya Ewropayê (YE) daxwaz kirin ku bi sîfeta çavdêr tev li forumê bibin.

Li gorî çavdêrên ku ji El-Monitorê re axivîne, endamtiya Îmaratê di EMGF`yê de, dê xebatên rêgirtina li pêşiya tevgerên dewleta Tirk li Deryayê Spî xurt bike.

Wezîrê karên derve yê Misirê yê berê û serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê parlamentoyê de Mihemed Erabî ji El-Monitorê re axivî û got: “Ebû Zabî û Qahîra rolek girîng di rêgirtina li pêşiya siyasetên dewleta Tirk yên li herêmê de, dilîzin. Endamtiya Îmaratê di forumê de dê rola forumê di pêşerojê de xurt bike.”

(şx)