Rojnameyên erebî: Îsraîlê kargeheke Îranê li Sûriyê topbaran kir

Rojnameyên erebî yên îro girêdayî topbarana dawîn a Îsraîlê li Sûriyê û destwerdanda dewleta Tirk li Lîbya nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Îsraîlê kargeheke Îranê li Sûriyê topbaran kir
26 kanûn, 2020   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

 ‘ÎSRAÎL KARGEHEKE MOŞEKAN A ÎRANÊ LI SÛRIYÊ TOPBARAN KIR’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Îsraîlê bi moşekan karegeheke moşekan a Îranê li Sûriyê topbaran kir, di encamê de 6 çekdarên girêdayî Îranê hatin kuştin.”

Duh, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hemû kuştî çekdarên ne sûrî ne ku li kêleka hêzên serokê Sûriyê Beşar El-Esed şer dikirin, her wiha daxuyand ku moşekên di ser xaka Lubnanê re hatine avêtin, li nuqteyên girêdayî çekdarên ku piştgiriya xwe ji Îranê digirin li herêma Misyaf a parêzgeha Hemayê ketin.

Li gorî SOHR`ê, ji ber topbarana Îsraîlê, depo û navendên çêkirina moşekan ên girêdayî mîlîsên Îranê li herêma (Karegehên Parastinê) yên li herêma El-Zewiyê ya gundewarê Misyafê hatin rûxandin.

Tê gotin ku depoyên leşkerî yên li herêma (Karegehên Parastinê) yên gundewarê Misyafê di salên dawîn de gelek caran hatibûn hedefgirtin û wendahiyên canî û madî çêbûbûn.

Di demekê de ku Şamê topbaran şermezar kir, Moskov ku sîstema moşekên pêşketî li Sûriyê belav dike tu daxuyandî neda.

Tevî ku Îsraîlê negot ku wê êriş pêk aniye jî, lê belê raporên çapemeniyê yên Til Ebîbê piştrast kirin ku moşek ji keştiyên şer li hemberî beravên Terabilusê û di ser xaka Lubnanê re hatine avêtin.

 ‘LI LÎBYA, DWELETA TIRK BI RÊYA TEVLÎHEVIYÊ DIXWAZE ÇAVNEBARIYÊN XWE PÊK BÎNE’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Çavdêrên ku rewşê dişopînin tekez kirin ku planeke nû ya dewleta Tirk ji bo gurkirina şerê Lîbyayê heye û destnîşan kirin ku Recep Tayyîp Erdogan difikire ku bi bi tevlîheviyê dikare sûcên xwe li Lîbyayê veşêre. Çavdêran bi bîr xist ku rola xerabkirinê ya Erdogan li Lîbyayê, sedema sereke ya negihaştina çareseriya siyasî li Lîbyayê ye.”

Şîrovekarê siyasî Beşîr El-Siwêyî ji rojnameya El-Beyan re wiha got: “Rejima Tirk ku êdî baregehên leşkerî li welêt dagir dike, niha hewl dide hêzeke leşkerî ya bi tarzê mîlîsan ava bike, ew hêz “Heres Wetenî” ye ku ji 10 hezar çekdarên mîlîsên girêdayî koma Îxwanan a terorîst û çeteyên biyanî, pêk tê.” Her wiha El-Siwêyî daxuyand ku Tirk plan dikin ku hêzên leşkerî û ewlekariyê yên ser bi Erdogan ve ava bikin, ku bi rastî jî bi destekdayîna hikumeta Wîfaqê ew yek pêk tê. El-Siwêyî da zanîn ku hêzên tên avakirin girêdayî projeya radîkaliyê û xeyalên vejandina împeratoriya Osmanî ne.

 (cx)