Desteya Perwerdeyê: Ezmûnên refên 9 û 12’an li ser asta herêma Cizîrê dê wekî hev bin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê biryar da ku pirsên ezmûnên dawîn ên refên 9 û refa 12’an (bekelorya) li ser asta herêma Cizîrê wekî hev bin.

Desteya Perwerdeyê: Ezmûnên refên 9 û 12’an li ser asta herêma Cizîrê dê wekî hev bin
26 kanûn, 2020   07:58
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê ji bo nirxandineke wekhev, li ser sîstemeke nû ji bo ezmûnên refên 9 û 12`an (bekeloriya) kar dike.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihmed Salih Ebdo têkildarî mijarê ji ANHA`yê re diyar kir ku ji destpêka werza yekemîn ve desteyê komîteyek ji bo avakirina sîstemeke nû ji nirxandina xwendekaran re amade kir û got: "Vê komîteyê sîstemek ji bo dayîna ezmûnan di dibistanan de danî."

Ebdo da zanîn ku piştî komîteyê sîstem amade kir, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Daîreya Ezmûnan di hundirê desteyê de damezirand da ku çavdêriyê li ser ezmûnên refên 9 û 12’emîn bike û wiha domand: "Sîstema ezmûnên dawîn ji bo refên 9 û 12’an hat danîn. Li ser asta herêma Cizîrê ew ê pirsên ezmûnên dawîn wekî hev bên dayîn. Her wiha beriya dema ezmûnan dê nimûneyên pirsan ji xwendekaran re bên diyarkirin."

Ebdo bal kişand ser zêdebûna pileyên xwendekarên jêhatî û ev tişt got: "Li gorî hin şertan em rêjeyeke pileyên şagirtan ji refa 7`an heta refa 12 kom dikin û piştre li ser pileyên şagirtên amadehiyê yên dawîn zêde dikin."

Şagirt li gorî van şertan pileyên zêde bi dest dixin:

- Xwendekarên ku salane ji sedî 75 heta ji sedî 89 jêhatî û zanînan bi dest dixin, 3 pileyan bi dest dixin.

- Xwendekarên ku salane ji sedî 90 û zêdetir jêhatî û zanînan bi dest dixin, 5 pileyan bi dest dixin.

- Pileyên ku xwendekar ji refên qonaxa navîn bi dest dixin, li encama giştî ya refa nehan zêde dibe.

- Pileyên ku xwendekar ji refên qonaxa navîn û refên 10 û 11`an bi dest dixe, li encama giştî ya refa 12’an zêde dibe.

Ebdo wiha lê zêde kir: "Ev sîstem li ser rêveberiyên dibistanan hatiye belavkirin da ku di vê salê de bê pêkanîn."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1m9jl7KncBY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>