Çalakiya greva birçîbûnê di roja 30`î de didome

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatibû destpêkirin, di roja 30`î de bi koma 6`emîn didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 30`î de didome
26 kanûn, 2020   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN 

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê Mijdarê ji aliyê gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve hatibû destpêkirin, di roja  30`î de bi koma 6`emîn berdewam dike.

Girtî li gel biryardariya domandina çalakiyên xwe bang li raya giştî dikin ku destekê bidin çalakiyên wan. Rayedarên girtîgehê û Wezareta Edaletê li şûna ku daxwazên girtiyan bi  cih bînin, ji ber çalakiyên demokratîk cezayê hucreyê li girtiyan dibirin.