‘Rûsya û Amerîka berjewendiyên xwe di ser hebûna Kurdan re digirin’

Serok û sekreterên partiyên siyasî bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê li ser êrişên dewleta Tirk ên bênavber li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir û piştrast kir ku her du dewlet dikarin sûcên dewleta Tirk rawestînin, lê belê berjewendiyên xwe yên bi dewleta Tirk re di ser hebûna gelê Kurd re digirin.

 ‘Rûsya û Amerîka berjewendiyên xwe di ser hebûna Kurdan re digirin’
26 kanûn, 2020   07:21
QAMIŞLO-HÊLÎN ABDULLAH

Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in, lê di vê dawiyê de êrişên wê li dijî Eyn Îsayê ku tê de hêz û baregeha Rûsya û leşkerên hikumeta Şamê hene, zêde bûn.

Tevî rola Rûsyaya garantor, lê ew û leşkerên hikumeta Şamê di helwesteke temaşeker de ne.

Bi sedema êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, Rûsya û hikumeta Şamê her tim tên rexnekirin.

Hevserokê Partiya Guhartinê ya Demokratî ya Kurdistanî Kamîran Hisên wiha got: "Armanca temaşekirina Rûsya û hikumeta Şamê dagirkirina navçeyê ye."

Hisên berxwedana QSD’ê ya li hember êrişên dewleta Tirk spas kir û wiha domand: "Em piştevanê QSD’ê ne."

Hisên bêdengiya navneteweyî ya der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên naveteweyî kir ku bi erkên xwe rabin û sûcên dagirkeriyê yên li dijî gelên herêmê rawestînin.

Sekreterê Partiya Komarê ya Kurdistanî Bekir Mihemed Îsa destnîşan kir ku armanca sereke ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê ew e ku rêya di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bikin. Ji ber Eyn Îsa herêma Cizîrê bi herêma Firatê û herêmên dîtir ên Sûriyê bi hev ve girê dide."

Îsa bêdengiya dewletên garantor Rûsya-Amerîka û NY’yê şermezar kir û wiha bi lêv kir: "Çav ji van êrişan bi sedema berjewendiyên xwe digirin."

Îsa diyar kir ku divê piştevaniya hêz û partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên Tirkiyê û çeteyên wê were kirin.

Sekreterê Partiya Roj a Demokratî ya Kurdî li Sûriyê Kovan Keno eşkere kir ku bêdengiya Rûsya û Amerîka li hember êrişên dewleta Tirk ên dawîn, nîşaneya hebûna peymanekê di navbera Tirkiyê û her du dewletên garantor e.

Keno bêdengiya hikumeta Şamê der barê êrişên dewleta Tirk de rexne kir û wiha got: "Her ku hêzên me herêmek rizgar kir, hikumeta Şamê daxuyaniyekê dide û dibêje; em parçekirina xaka Sûriyê qebûl nakin. Lê dema dewleta Tirk xaka Sûriyê dagir dike, tu daxuyaniyên bi vî rengî dernakevin û bêdeng in."

Keno destnîşan kir ku hebûna Amerîka û Rûsyayê li herêmê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî û leşkerî ne, ne ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Ji lew re der barê êrişên Tirkiyê de bêdeng in.

Keno di dawiyê de got ku Amerîka û Rûsya dikarin aloziyê çareser bikin, lê mixabin berjewendiyên wan bi dewleta Tirk re hene û berjewendiyên xwe di ser hebûna gelê Kurd re digirin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Nw-aAf4jX4k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>