Jinên siyasetmedar: Leyla Guven ji bo tevahî jinên cîhanê pêşeng e

Jinên siyasetmedar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku armanca cezayê girtina hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê, şikandina vîna jina azad a têkoşer e

Jinên siyasetmedar: Leyla Guven ji bo tevahî jinên cîhanê pêşeng e
26 kanûn, 2020   06:51
QAMIŞLO -SOLÎN EHMÊ

Desthilata Tirkiyê 22'yê Kanûnê bi îdiayên ‘avakirina rêxistin û rêvebirin’, ‘endamê rêxistinê’, ‘tevlîbûna civîn û xwepêşandanên derqanûnî’ û ‘tevlîbûna meşên bê çek ên derqanûnî biryara 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamantera Colemêrgê Leyla Guven  birî û biryara girtinê da.

Bertekên li dijî girtina Leyla Guven û kiryarên desthilata Tirkiyê yên li dijî girtiyan zêde dibin.

/kr/uploads/files/2020/12/26/065234_-.webp

Hevseroka Partiya Guhertin a Demokratîk Mizgîn Zêdan diyar kir ku dewleta Tirk û hikumeta AKP'ê hemû kesên ku li dijî siyasetên wê yên çewisandinê radibin û banga jiyana hevbeş dikin, dikin hedef. Mizgîn destnîşan kir ku dewleta Tirk bi taybet jinên azad dike armanc û got: "Siyasetmedar Leyla Guven ji hemû jinên cîhanê re pêşeng e û cezayê girtinê yê li dijî wê hatiye birîn bi armanca sekinandina dengê jina azad e."

Mizgîn Zêdan teqez kir ku ew jinên siyasetmedar ên Kurd dê asta tevgera xwe ya siyasî li hemberî binpkirinên Tirkiyê yên li dijî siyasetmendar Leyla Guven bilind bikin. Her wiha bang li aliyên têkildar kir ku çavê xwe li siyasetên rejîma Tirk a faşîst negirin.

'LEYLA GUVEN JI BO TEVAHÎ JINÊN CÎHANÊ TÊKOŞIYE'

Mizgîn Zêdan siyaseta dewleta Tirk a li dijî hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kir got: "Leyla Guven bi salan ji bo azadiya gelê xwe û azadiya jinan bi taybet têkoşiye."

Endama Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rozelîn Bekir, destnîşan kir ku Leyla Guven di dema greva birçîbûnê ya bêdorveger de di girtîgeha dewleta Tirk de ragihand bû sembola jinên têkoşer û wiha domand: "Bi saya îsrara û vîna wê ya xurt gihaşt azadiya xwe. Niha hikumeta Tirk hewl dide heman siyasetê li dijî wê dûbare bike."

/kr/uploads/files/2020/12/26/065250_.webp

8'ê Mijdara 2018'an desthilata siyasetmedar Leyla Guven bi îdiaya ku êrişên li ser Efrînê û tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin, girtin. Di girtîgehê de greva birçîbûnê ragihand û piştî berxwedana wê ya di girtîgehê de 29'ê Çileya 2019'an hate berdan.

'TIRKIYÊ DIXWAZE VÎNA HEMÛ JINÊN TÊKOŞER BIŞKÎNE'

Rozelîn Bekir destnîşan kir ku siyasetên çewisandinê yên di saziyên dewleta Tirk de dûrî edalet û demokrasiyê ne û got: "Dadgeha Tirkiyê ya destûr da ku ceza li dijî Leyla Guven were birîn, ji cîhanê re eşkere dike ku di çarçoveyeke siyasî, partiyetî ya teng de ye. Tirkiyê bi birîna cezayê li dijî Leyla Guven dixwaze îradeya hemû jinên têkoşer ên ku ji bo azadiya civakê ji zihniyeta baviksalarî têdikoşin, bişkîne."

Rozelîn got, rêxistinên mafên mirovan û dewletên cîhanê ji pêşeroja têkoşer Leyla Guven û jinên din ên li girtîgehên Tirkiyeyê berpirsyar in û got: "Li girtîgehên faşîzma Tirk gelek girtiyên ku doza demokrasiyê dikin hene. Divê aliyên têkildar piştgiriyê bidin têkoşîna wan û berxwedana wan a li girtîgehan."

(bb)

ANHA