Mala Êzidiyan cejna Noelê li xiristiyanan pîroz kir

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê cejna Noelê li xiristiyanan pîroz kir û hêvî kir ku serkeftin û aştî para gelên herêmê be.

Mala Êzidiyan cejna Noelê li xiristiyanan pîroz kir
25 kanûn, 2020   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê cejna Noelê li xiristiyanan pîroz kir. Daxuyanî wiha ye:

“Bi boneya cejna Noelê ya pîroz, em xwişk û birayên xwe yên ji ola xiristiyan pîroz dikin. Hêvî dikin ku ev cejn ji gelê Sûriyê bi giştî re aştî, aramî û serkeftinê bi xwe re bîne. 

Pîrozkirina rojbûna pêxember Îsa, pêxemberê hezkirin û aştiyê, tê wateya sepandina têgeha jiyana hevbeş û hevgirtinê, dûrketina ji nîjadperestiyê û şerê dagirkeran ku axa welatê me ji Efrînê bigire heta bigihêje Serêkaniyê, dagir kiriye.

Em vê boneyê li tevahiya gelên herêmê yên aştîxwaz pîroz dikin, hêvî dikin ku serkeftin para gelên herêmê be.”

(şx)

ANHA