Berpirsekî îstixbarata Tirk piştgiriya dewleta Tirk a ji çeteyan re eşkere kir

Berpirsekî îstixbarata Tirk belgeyên têkildarî têkiliyên hikumeta Erdogan ên bi komên El-Qaîde û DAIŞ`ê re eşkere kirin û diyar kir ku hêzên îstixbaratê wek rêbazê ji qaçaxkirina çek û çekdaran ji bo Sûriyê bi kar dianî.

Berpirsekî îstixbarata Tirk piştgiriya dewleta Tirk a ji çeteyan re eşkere kir
25 kanûn, 2020   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî îstixbarata Tirk li ser teqînên li depoyên çekan ên li Tirkiyê û têkiliyên dewleta Tirk ên şandina çekan bi kamyonan ji bo çeteyên DAIŞ`ê, agahî parve kirin.

Li gorî malpera ‘Nordic Monitor’ a Swêdê, efserekî îstixbarata leşkerî ya dewleta Tirk wiha got: “Teqînên li depoyên çekên leşkerî ji bo tunekirina şopên çekan bûn ku hikumeta Erdogan dane çeteyên DAIŞ`ê.”

Serokê Navenda Nirxandina Îstixbaratê Ahmet Ozkan ji dadgehê re daxuyand ku teqînên li depoyên çekên leşkerî yên Tirkiyê ku wekî bûyerên normal hatin ragihandin, ji bo çareserkirina çekên hêzên çekdar ên Tirkiyê ku winda bûne, hatin plankirin û wiha got: “Heke hûn li înternetê bigerin û dîmenên reklamê yên DAIŞ`ê bibînin, hûn ê bibînin ku li ser sindoqên cebilxaneyê navê “MEK” heye. Hewce nake hûn li delîlên din bigerin.”

Ozkan îşaret pê kir ku teqîna di 5`ê Îlona 2012`an de depoyeke cebilxaneyê li bajarê Afyonkarahîsar rûxandiye û di encamê de 25 leşker hatine kuştin ku artêşa Tirk girîngî nedabû teqînê.

Di 13`ê Mijdara 2019`an de li bajarê Rihayê teqîneke din rû da û tê de 16 leşker birîndar bûn.

Teqîna sêyemîn ku Ozkan behsê kiriye, di 12`ê Îlona 2019`an de li herêma leşkerî ya bajarê Cernê yê li ser girava Qibrisê ku aliyê wê yê bakur di bin kontrola Tirkiyê de ye, pêk hat û gelek cebilxaneyê tê de hate rûxandin.

Her wiha Ozkan gelek agahiyên li ser têkiliyên veşartî yên hikumeta Erdogan bi komên El-Qaîde û DAIŞ`ê re bi rêya bikaranîna hêzên îstixbaratê, eşkere kirin.

Li gorî belgeyên îstixbaratî ku di çend salên dawîn de hatine eşkerekirin, hikumeta Erdogan bi rêjeyeke mezin piştgiriya rêxistinên terorîst li Sûriyê dike.

Bi kêmbûna serweriya çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê re, dewleta Tirk bi awayekî yekser dest di şerê li welatên Ereban werda û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin.

(cx)