Asûr û Suryanên Til Temirê cejna rojbûna pêxember Îsa pîroz dikin

Îro bi sedan Asûr û Suryan li Dêra Dayik Meryem rojbûna pêxember Îsa pîroz kir. Her wiha hêvî kir ku ewlehî li herêmê pêk were û herêmên dagirkirî, rizgar bibin.

Asûr û Suryanên Til Temirê cejna rojbûna pêxember Îsa pîroz dikin
Asûr û Suryanên Til Temirê cejna rojbûna pêxember Îsa pîroz dikin
Asûr û Suryanên Til Temirê cejna rojbûna pêxember Îsa pîroz dikin
Asûr û Suryanên Til Temirê cejna rojbûna pêxember Îsa pîroz dikin
Asûr û Suryanên Til Temirê cejna rojbûna pêxember Îsa pîroz dikin
25 kanûn, 2020   12:00
HESEKÊ

Îro bi sedan Asûr û Suryanan berê xwe da Dêra Dayik Meryem ya li naverasta navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê û rojbûna pêxember Îsa (Noel) pîroz kir.

Hemliye Kako ya ji pêkhateya Asûr diyar kir ku ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê ve, ev cara yekê ye ku tên dêrê. Hemliye bi bîr xist ku ew gelek kêfxweş in, ji ber ku cejnê li dêrê pîroz dikin. Hemliye hêvî kir ku ewlehî li tevahiya welêt pêk were.

Şêniyê bi navê Nebîl Werde jî cejna rojbûna pêxember Îsa li tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li hêzên leşkerî yên li eniyên şer pîroz kir.

Werde wiha domand: “Em hêvî dikin ku îsal herêmên me ji dagirkeriya Tirk rizgar bibin. Cejna bê bibe cejna serkeftinê û li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were pîrozkirin.”

Her wiha şandeyên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî, meclisên sivîl û partiyên siyasî serdana Dêra Dayik Meryem kir û gelên Asûr û Suryan bi vê boneyê pîroz kirin.

(şx)

ANHA