Hikumeta Şamê ragihand ku êrişên Îsraîlê yên li dijî gundewarên Hemayê şikandine

Hikumeta Şamê ragihand ku pergala parastina hewayî êrişên bi moşekan ên Îsraîlê yên li dijî herêma Misyaf a Hemayê şikandine.

Hikumeta Şamê ragihand ku êrişên Îsraîlê yên li dijî gundewarên Hemayê şikandine
25 kanûn, 2020   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA wiha ragihand: “Pergala parastinê ya hewayî ya artêşa Sûriyê vê sibehê êrişa Îsraîlê ya li dijî herêma Misyaf a li gundewarên Hemayê şikand û piraniya moşekan xistine xwarê.”

Ajansa ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî, girêdayî hêzên hikumeta Şamê wiha da zanîn: “Saet di 00:40`an de, artêşa Îsraîlê ji bakurê bajarê Terablusê yê li Lubnanê bi moşekan êrişî gundewarên rojavayê Hemayê kir. Lê pergalên me yên asmanî êriş şikand û piraniya moşekan xiste xwarê.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi bîr xist ku Îsraîlê, navendên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê û Îranê, depoyan di nav de kargehên parastinê li rojavayê bajarê Misyafê li gundewarên Hemayê kirin hedef.

(şx)